Burkay: Çareseriya pirsa kurdî sîstema federal e

 

Enqere (Rûdaw) – Kemal Burkayê serokê Partiya Maf û Azadiyan (Hak-Par) xwest, li Tirkiyeyê di warê çareserkirina pirsa kurdî de gavên bingehîn bên avêtin û got, “Ger kurd bigihîjin mafên wekhevî dê ev  pirs bê çareserkirin. Rêya vê jî sîstema federal dikare çêke.”

 

Burkayê bi mebesta 1ê îlonê Roja Aştî ya Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Burkay got, îro li cîhanê aştî nîne û rojhilata navîn jî dişewite û destnîşan kir ku ev şewat gihîştiye Herêma Kurdistanê jî.

 

Serokê Hak-Parê got, li gel ku li Tirkiyeyê pêvajoya “aştî û çareserî” didome, bo pirsa kurdî çareseriyeke dadwerane û mayînde nehatiye dîtin û divê gavên wêrek û bingehîn bên avêtin.

 

Burkay wiha dom kir; “Tenê bo kurdan, bi naskirina mafê wekhevî pirsa kurdî çareser dibe û sîstema federal rêya vê çêdike.”

 

Di daxuyaniya nivîskî de, Serokê Hak-Parê bang li hemû aştîxwazan û demokratan kir ku dest bidin hev û wiha berdewam kir:

 

“Carinan, bo azadî û aştî, mirov neçar dimîne hemberî zaliman çek li dest şer bike. Lê serkeftina bingehîn xwestina aştî û azadiyê ye û li dûv zordestên ku bi şer dijîn neçûn e. Ger girseyên zana dest bidin hev wê demê aştî û azadiya rasteqîn tê. Bo cîhaneke bê şer, azad û aştîxwaz, destê xwe bidin hev.”