Talîban hewl dide 3 bajarên mezin ên Efxanistanê kontrol bike

01-08-2021
RÛDAW
Hejmareke çekdaran li herêma Heratê (Wêne: Hoshang Hashimi/AFP)
Hejmareke çekdaran li herêma Heratê (Wêne: Hoshang Hashimi/AFP)
Nîşan Efxanistan Talîban Herat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Herêma Herat li rojavayê Efxanistanê, çekdarên Talîbanê êrîşên xwe tundtir kirine li dijî Hêzên hikûmî û grûpên çekdar ên ku pişgiriya wan dikin.

Ji aliyekî din ve li bajarê Herat, ku paytexta wê Herêmê ye , Bargeha Şanda Alîkar a Neteweyên Yekbûyî  rastî êrîşeke mûşekî hat, di encamê de polîsekî Efxanî  hat kuştin, Neteweyên Yekbûyî ji aliyê xwe ve Talîban bi wê êrîşê  tometbar kir.

Li herdû nevçeyên Injil û Guzara yên Herêma Herat  şer  berdewame li nîzîkî firokxaneya Herat, Hêzên Efxanî bi pişgiriya grûpên çekdar  bi tundî bersiva Talîbanê didn û hewl didin hêzên wê paşve bibin.

Ebdul Sebûr Qanî, Parêzgarê Herat, dibêje, “Niha şer berdewame li navçeyên  Başûr û Başûr û Rojhilat, li nêzîkî bajarê Herat . Hêzên Efxanî li gel Hêzên berevaniyê şer  dikine daku Talîban paşde bibin û wê bişkînin.”

Hêzên hikûmeta Efxanî û  çekdarên ser bi wê ve bi fermandariya Ismail Xan, li derdora bajarê Herat belav bûne, daku nehêlin Talîban pêşve biçe.

Ismail Xan li gel çekdarên xwe  di salên 80an de, şerê Sovyetê jî kiribû , niha ew pişgiriya Hêzên Hikûmetê dike da ku rê li pêşketina Talîbanê bigre.

Ismail Xan, Fermandarê Grûpên çekdar  ser bi Hikûmetê, dibêje, “Em bi hemû şiyanên xwe hewl didin dijmin bişkînin da ku nikaribin bajêr kontrol bikin. Ez daxwaza alîkariyê ji xelkê dikim bi taybet kesên çekdar, ku berevaniyê bikin li dijî teroristan.”

Ji ber êrîşên Talîbanê yên ser navçeyên Herêma  Herat niha xelkên sivîl  ber bi bajarê Herat ve direvin da ku jiyana xwe û zarokên xwe .

Gul Ehmed ,nişteciya navçeya Injil, dibêje, “Gelek xelk ji malên xwe derdikevin  û ber bi bajarê Herat ve direvin. Nişteciyên vir dema dibînin xelk direvin tirs li ba wan çêdibe û moralên wan dadkevin. Em gelekî ji vê rewşê dilgiranin.”

Ji meha Gulanê ve Amerîka dest bi vekşandina hêzên xwe kir ji Efxanistanê û heta niha bîhtir ji 90% ji hêzên  xwe vekşandine, ji wê çaxê ve Talîban êrîşên xwe li ser navçeyên bin destê hikûmetê zêde kirine.

Heta niha li gorî ew rêxistin dibêje bêhtir ji 85% ji sedî ji xaka wî welatî kontrol kiriye, li gel hejmarek ji deriyê sînorî yên li gel welatên cîran wek Pakistan, Tajekistan, Îran û Turkmanistanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst