Îsraîlê grûpên nêzîkî Îranê bombebaran kirin: Kuştî hene

Hewlêr (Rûdaw) - Balafirên şer ên Îsraîlê, îro berê sibehê vîlayeke grûpên nêzîkî Îranê yên li Sûriyeyê bombebaran kir.

Li gorî agahiyan, Îsraîlê herêma Banyasê ya parêzgeha Tertûsê ya Sûriyeyê, vîlayek bombebaran kiriye.

3 kes hatin kuştin

Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku di vê bombebaranê de 3 kes hatine kuştin.

Îsraîlê doh jî li çoltera Qisêrê ya parêzgeha Himsê ya Sûriyeyê bi dronekê êrişî barhilgireke Hizbulaha Libnanê kiribû.

Di vê êrişê de jî kesek hatibû kuştin.

Li hêla din, Îsraîlê li derdora Şamê jî navendeke radaran mûşekbaran kiribû.