Şofêrên barhilgiran li ser sînorê Îbrahîm Xelîlê fitara xwe dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Rojane hejmareke zêde a barhilgiran li ber deriyê sînorî ê Îbrahîm Xelîl dikevin dorê, ji bo barê xwe bînin li Başûrê Kurdistanê deynin. Piraniya wan bi rojî ne û neçar dimînin fitara xwe li ber deriyê sînorî vekin.

Li aliyê Bakurê Kurdistanê yê Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîl ê li navçeya Silopî ya Şirnexê. Barhilgir di dorê de ne daku derbasî Başûrê Kurdistanê bibin. Hasan Doruk yek ji şofêrên wan barhilgiran e. Di dema fitarê de û ew dûr ji malbata xwe li ser sînor xwarina xwe ya fitarê amade dike.

Şofêr Hasan Doruk dibêje “Rojî xweş derbas dibe, lê zehmetiyên wê hene. Em di şert û mercên gumrikê de zehmetiyan dibînin. Ji bo fitarê market li vir heye çi amade hebe em wê ji xwe re çêdikin.”

Şofêr bi rojan li ser sînor û rêyan dimînin. Ji ber vê yekê neçar in barhilgirên xwe weke malekê bikarbînin. Carna çend kes ji wan tên ba hev û bi hevbeşî  xwarina xwe çêdikin.

Şofêr Mehmet Nurolu got “Di paşîv û fitaran de em sê heval bihevre ne. Em bi hevre radibin û paşîva xwe dixwin. Fitar jî bi heman awayî.”

Îbrahîm Xelîl deriyekî girîng ê bazirganiyê ye. Li gor amaran ji sedî 40ê hinardeya bejayî ya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi rêya vî deriyê sînorî bo Herêma Kurdistanê û Iraqê tê kirin û di 10 mehên destpêkê yên 2021ê de bi bihayê 6,7 milyar dolar kelûpel bo Herêma Kurdistanê û Iraqê hatine hinardekirin.