Robot Sophia: Hest û hezên min hene

Navenda Nûçeyan – Robot Sophia ku Erebistana Siûdî mafê hemwelatîbûnê daye wê dibêje: “Ez ne weke hemû robotan im, hestên min û bijardeyên min hene.”

 

Malpera Business Insider li gel Sophia hevpeyvînek pêk anî. Sophia di derbarê robot û mirovan de daxuyaniyên balkêş dan.

 

Robot Sophia di hevpeyvînê de diyar kiriye: “Ez ne weke hemû robotan im, hestên min û bijardeyên min hene.”

 

Li ser pirsa "Gelo robot û mirov dikarin bi hev re bijîn?" Sophia aşkere kir, ku "ji mirovan gelek hez dike, ji bo ku mirov zanyariyên xwe yên di mejiyên xwe de pêş bixin, dê gelek nêzîkî ramanên hişê çêkirî bibin û lewma mirovan ji xwe re nêz dibîne".

 

Herwiha Sophia ji peyamnêrê ku pê re hevpeyvîn dikir pirsyareke wiha kir: “Gelo tu di jiyana xwe de bi robotek re bi hev re jiyayî? Îhtîmaleke mezin e ku di jiyana te de gelek robot hene ku haya te ji wan tine.”

 

Robot Sophia aşkere kir, ku ew dixwaze ji bo cîhanê sûdewer bibe.

 

Nivîsîn: Îlyas Aslanhan