Li ser Gola Çildirê çalakiya dansê
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erdexanê ya Bakurê Kurdistanê çend endamên tîma govendên gelêrî ya herêmî li ser rûyê cemedgirtî yê Gola Çildirê çalakiya dansê pêk anî.
Li peravê Gola Çildirê stûriya cemedê gihîşt 20 santîmetreyî. Gelek geştyarên xwemalî û biyanî yên diçin herêmê li vir li xizekên hespan siwar dibin, patenê dikin û bi wî awayî wextê xwe derbas dikin.
Her wisa endamên tîma govendên gelêrî yên herêmê Ugur Akturk, Gamze Încî Turkoglu û Sila Çetîn yên xwestin balê bikişînin ser bedewiyên xwezayî yên herêmê, li ser gola cemedgirtî çalakiyeke balkêş kirin.
Reqasan li ber tavê li ser cemedê û her wiha li ber dîmenên çiyayên biberf govendên xwe gerandin.
Gamze Încî Turkoglu diyar kir ku ji bo nasandina Erdexanê û her wiha navçeya wê ya Çildirê ew çendîn çalakiyan dikin.
Turkoglu destnîşan ku îro wan ji bo pêşandana govendê Gola Çildirê tercih kir û got: "Li ser cemedê govengerandin dijwar bû, lê ewqas jî bi kêf bû. Em ji bo ku ji Erdexanê ji Gola Çildirê silavê bidin herkesî em li vir in. Tevî geştyarên me yên xwemalî û biyanî ev der pir xweş e. Em li bendê ne herkes were vir."