Ajelên kovî yên ji makên xwe dûr ketine tên xwedîkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Navenda Parastin û Rehabîlîtasyona Ajelên Kovî ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê (YYU) di nav 6 mehan de qasî 100 heywanên kovî hatin dermankirin.

Herêma Gola Wanê bi erdnîgariya xwe ya berfireh û avî ve gelek heywanên kovî di xwe de dihewîne.

Hin caran têjik, cewrik û kudikên heywanan ên wekî gur, hirç, qijik, bûm û pezkûvî li çolê bêxwedî dimînin, birîndar û bêhal dibin ku rayedarên Navenda Parastin û Rehabîlîtasyona Ajelên Kovî ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê digîhêjin hewara wan.

Heywan li vir tên dermankirin û rayedar paşê wan dîsa berdidin çolê.

Rêvebirê Navendê Prof. Dr. Lokman Aslan diyar kir ku ew ji bo parastina jîngeha kovî û hevsengiya ekolojîk dixebitin û wiha got:

"Ji ber pirbûna cihêrengiya heywanên kovî û avûhewaya li hewza Gola Wanê her rojên salê, her demsal û her meh heywanên kovî tên li cem me."

Aslan anî ziman ku ew heywanan têr dikin, yên birîndar jî derman dikin û wiha axivî:

"Îsal nêzî 100 têjikên heywanên kovî hatin navenda me. Di nav wan da pezkovî, gur û hirçên ku ji makên xwe dûr ketine hebûn.

Em piraniya wan paşê berdidin çolê. Xwedîkirina me cuda lê ya bi tena serê xwe li siruştê mayîn jî cuda ye."