Li Dêrsimê çiyager derketin ser lûtkeya çiyê

Hewlêr (Rûdaw) - Bi hatina biharê ligel ku hê berfeke zêde heye li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê geştên çiyageran destpê kirin û ber bi lûtkeya çiyê ve hilkişiyan.

Nûnerê Dêrsimê yê Kuluba Werzîşên Xweza û Çiyagerî ya Zirve dibêje hejmarek çiyayên bajêr hê keşif nebûne û ji bajarên mezin wek Stenbol, Antalya, Enqere û Izmirê jî çiyager her sal tên vê derê.

Iskender Dogan, Nûnerê Dêrsim ê Kluba Werzîşên Xweza û Çiyagerî ya Zirve, dibêje, “Her hefte em hildikişin ser çiyayên cûda yên Dêrsimê û bi vî awayî xweşikbûna bajarê xwe didin nasandin. Em li benda hatina hemû dostên xwe yên çiyager in ku bên em bi hevre derkevin lûtkeyê.”

Bi armanca nasandina xweza û şûnwarên dîrokî yên Dêrsimê wênegir derdikevin ser lûtkeya çiyayan û bi dîmenên xwe sektora geştyariyê geş dikin.

Malik Kaya, Wênegir, radigihîne, “Cihên herî xweş û gulên herî xweşik li ser lûtkeya çiyayan e. Dema em derdikevin lûtkeyê dîmenên nuwaze dibînin. Em van dîmenan bi makîne û kamerayên xwe jî digrin û li ser înternetê belav dikin.”

Dêrsim ku di navbera çiyayan de ye geştyarên ji cihên cûda tên bi rêbertiya klubên werzîş û çiyageriyê derdikevin ser lûtkeya çiyayên wê yên wek Munzur, Mercan û yên din. Li gor amarên parêzgariyê heta dawiya havîna 2021ê nêzîka milyonek geştyaran serdana parêzgehê kirine.