FÎÇER - Xwaringeha jinebiyên Mûsilê
Fîçer - Dayîka Îmad jinebiyek e li bajarê Mûsilê, piştî ku ew bajar ji destê DAIŞê hat rizgarkirin wê xwaringehek vekir û yên ku li wir kar dikin, mexdûrên şerê DAIŞê ne.
Xwaringeha Dayika Îmadê li Taxa Zihûrê ya bajarê Mûsilê ye.
Jinên ku li wir kar dikin qurbaniyên şerê dijî DAIŞê ne û wan hevjînên xwe di şer de ji dest dane.
30 jin di vê xwaringehê de bi 3 şîftan kar dikin. Piraniya xwarinên Mûsilê wekî dolme û kobeyên Mûsilî lê tên çêkirin û bi siparîşê digihînin mişteriyan.
Ew xwaringeh bûye derfeteke pir baş ji bo peydakirina debara jinebiyan, çimkî ji bilî wî karî, ti dahateke din a wan tune.
Xwediya xwaringehê Dayika Îmadê got:
"Bê guman em sê şîftan li vir kar dikin, şîfta yekem, duyem û sêyem, heta demjimêr 10ê şev em dixebitin û li vî cihî derfeta kar ji bo 30 jinebiyan hatiye peydakirin."
Ji ber zehmetiyên jiyanê jinebî bê çare mane ku ji malên xwe derkevin û kar bikin.
“Jiyan zehmet e”
Jinebiyeke karmenda xwringehê jî wiha behsa rewşa kir:
“Asta jiyana min wekî jiyana hemû Îraqiyan e, bi taybetî xelkê bajarê Mûsilê. Bê guman em ji bêçaretiyê kar dikin çimkî em bê mûçe ne û jiyan zehmet e, ti kesekî min nîne kar bike, tenê kurekî min heye ku ew jî pê re nagihe, keçên min xwendekar in.
Bi rastî jiyan zehmet e. Berê me digot, dema em mezin bin em dê hinekî bêhna xwe bidin lê berovajî çêbû."
Xwaringehê ji bo karkirina jinebiyan guncav e
Jîngeha kar li wê xwaringehê ji bo jinebiyan guncav e û dikarin bi başî karên xwe bikin.
Karmenda xwaringehê Ebîr Elyas Casimê got:
"Ez jinebî me, sê zarokên min hene û 3 sal in li vî cihî kar dikim. Berê gelekî li pey karekî digeriyam lê bi dest nediket.
Ev cih, ev mekan ji bo me pir guncav e, çimku em hemû jin in û bi hev re asûde ne."
Jinebiyeke din jî got:
"Ji sala 2006 ve me navê xwe tomar kiriye ji bo mûçeyê lê heta niha derneketiye.
Eger mûçeya çavdêriya civakî heba, dê hinekî baştir ba ji bo pereyê jeneratorê yan xerciyên keçên min an kirîna beşek ji xwarinê lê êdî spas ji Xwedê re."
Armanca Dayika Îmad ji vekirina vê xwaringehê, dabînkirina cihekî guncav ê karkirinê bûye ji bo qurbaniyên şer ên li bajarê Mûsilê.
Dayika Îmad herwiha da zanîn:
"Piştî şer hejmara jinebiyan û kêmdahatan zêde bûye, çimkî bav, hevjîn û zarokên xwe ji dest dan. Eger ji bo xwediyê bawernameyê kar nebe, dê çawa ji bo wan jinebiyan hebe?
Bi çi awayî zarokan xwedî bikin? Ji ber wê bû ku min fikir li vê projeyê kir da ku ez hejmareke jinebiyan li vî cihî kom bikim."
Peydakirina derfeta kar li cihekî guncav ji bo piraniyan jinan karekî hêsan nîne.
Kultûr û urf û adetên civakî rê li ber jinebiyan digirin ku li cihên ku bixwe dixwazin, kar bikin.
“Dibêjin jinebî ye çawa li vî cihî bi zilaman re kar dike”
Ebîr Elyas Casimê jî eşkere kir ku berdewam çav li ser jinebiyan in û nikarin li her cihekî kar bikin û wiha domand:
“Dibêjin jinebî ye çawa li vî cihî bi zilaman re kar dike? Lewra cihê herî baş ku em lê kar bikin, ev cihê Dayika Îmad e.
Me li cihên din jî kar kiriye lê em gelekî westiyan, em rastî gelek tiştan hatin ku ez nikarim li ser biaxivim."
Armanceke din pêşxistina kultûra xwarinan e
Armanceke din a Dayika Îmad, pêşxistina kultûra wan xwarinan e ku bajar bi wan bi nav û deng e.
Derbarê vê mijarê de jî Dayika Îmad got:
"Bajarê Mûsilê bi van corên xwarinan bi nav û deng e, wekî kebab, orq, dolme.
Armanca me ev e, em kultûra van xwarinan zindî bihêlin, herwiha alîkariyek be ji bo van jinebiyan jî."