Jennîfer Lopez vegeriya ser “deba berê!”

 

Hewlêr (Rûdaw) – Hunermend û aktora navdar a amerîkî Jennîfer Lopez, ji bo klîba xwe ya nû, îmaja xwe guherî û vegeriya ser “deba berê”.

Lopez (46 salî) dest bi kişandina wêneyên klîba xwe ya nû ya bi navê “El Mismo Sol” kir.

Lê wê hunermenda navdar, ji bo klîbê îmaja xwe guherî û vegeriya salên berê.

Ew guhertina Jennîfer Lopezê rastî eleqeyek mezin hat.