Li Rihayê 30 xezal berdan çolê

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, 30 xezalên li Stasyona Lihevzêdekirina Xezalan çêbûn, berdan çolê.

Xezalên ku nifşa wan li ber metirsiya nemanê ye, li Rihayê li Stasyona Lihevzêdekirina Xezalan a Birêvebiriya Giştî ya Parastina Siruştê û Parkên Neteweyî ya Wezareta Çand û Daristanan tên parastin.

Ji bo xezalan berdin çolê bi beşdariya Parêzgarê Rihayê Hasan Şildak û Rêvebirê Birêvebirê Herêma Rihayê yê Parastina Siruştê û Parkên Neteweyî Hakan Mumcuoglu merasîmek hat lidarxistin.

30 xezalên ku li stasyonê çêbûne û hatine mezinkirin di merasîmê de ber bi qada Pêşxistina Jiyana Kovî ya Kizilkuyuyê ve hatin berdan.

Ji bo ku xezalên herêmê werin parastin û hejmara wan were zêdekirin, sala 2005an Stasyona Lihevzêdekirina Xezalan hat avakirin.

Xezalên ku li stasyonê dizên, li Qada Lihevzêdekirina Jiyana Kovî ya Kizilkuyuyê ya li Rihayê tên berdan.