Roza Gergerî: Bi laş li Gurcistanê me lê bi dil û xeyal li Kurdistanê
Stranbêja Kurd Roza Gergerî ku Êzidî ye û ji welatê Gurcistanê ji dayik bûye, ji Rûdawê re dibêje, ew wiha dibêne ku tenê laşê wê li Gurcistanê ye, lê belê dil û hest û xeyala wê li Kurdistanê ye.
Dema çend salan e ku Roza Gergerî bi xwe û piyanoya xwe di torên civakî de derdikeve û stranên Kurdî distirê û ji ber dengê wê yê xweş û stîla muzîka wê, bala gelek kesan kişandiye.
Roza Gergerî ji Rûdawê re dibêje, rast e ku ew li Gurcistanê dijî, lê belê dil û hest û xeyala wê hertim li Kurdistana mezin e û hêvî dike, rojek bê ku Kurdistana mezin a azad bibîne. Roza di vê hevpeyvînê de bêtir behsa xwe û hunera Kurdî û Kurdên Gurcistanê bi giştî dike.
Tora Medyayî ya Rûdawê, hevpeyvînek bi wê stranbêja genc a Kurd re kiriye û berfirehiya vê hevpeyvînê li jêr e.
Rûdaw: Ji me re behsa xwe bike, Roza Gergerî kê ye?
Roza Gergerî: Ez di sala 1991an de li Tiblîsî ya paytexta Gurcistanê ji dayik bûme, min beşa amûrê piyanoyê li dibistana muzîkê qedandiye, herwiha min li zanîngehê beşa derûnnasî ango psykolojî xwendiye û dema çend salan e ku karê hunerî dikim û heta niha min çend sitran belav kirine.
Li kengê ve tevli dunyaya hunerê bûyî?
Her ji zarokê ve rihê min tevli muzîk û sitranê bûye, ez gelek biçûk bûm ku li malê min ji ber xwe ve sitran digot, piştî ku ez hinekî mezin bûm, min li dibistanê beşa muzîkê xwend û min amûra piyanoyê hilbijart. Êdî ji wê demê ve bi awayekî akademîk ez tevli muzîk û sitranan bûm, malbata min jî gelek alîkar û piştevanê min bûne, lewma jî min beşdarî di kar û çalakiyên hunerî de dikir û min sitran digotin, xelkê jî gelek ji min hez dikirin û hana min didan.
Di nava malbata we de kê gelek alîkar û piştevanê te ye?
Di nava malbata me de, bavê min ji hemû kesan bêtir alîkar û piştevanê min bûye, ew bi xwe jî hunermendekî baş bûye û amûrên bilûr, def û zirneyê dijenand, ew yek jî gelek alîkariya min kir jibo fêrbûna hunera muzîkê û miqaman û jenîna amûrê muzîkê, herwiha dayika min jî hunerdesoteke baş bû, xala dayika min navê wî Qenatê Kakê ye ku muzîkjenekî navdarê Ermenistanê ye, ew hander û alîkar bûn bi min re, daku zêdetir şarezayê muzîkê û hunerê bim, dixwazim wê jî ji dîrokê re behs bikim, ku dayika min ez birim dibistana muzîkê û got, divê tu bi awayekî akademîk fêrî muzîk û sitranan bibî, lê belê weke min got, niha bavê min bêtir hande û piştevanê min e.
Li Gurcistanê çi qasî giringî bi muzîk û sitranên Kurdî tê dayîn?
Helbet li wê derê huner û muzîk û kultura Kurdî ketiye pileya duyê, wate bêtir giringî bi huner û muzîka Gurcî tê dayîn û hunera Kurdî kêmtir berçav e. Sala 1950an çend saziyên rewşenbîrî û kulturî yên Kurdî hatin damezrandin, çend grûpên muzîkê hatin avakirin, di sala 1973an de li Gurcistanê grûpa muzîkê ya Weten weke yekemîn grûpa muzîka Rok a Kurdî hat damezrandin. Li Tiblîsî heta niha jî radyoyeke Kurdî heye ku bêtir ji 35 salan e ew radyo li ser huner û kultura Kurdî kar dike. Pêştir şanoyên Kurdî dihatin pêşkêşkirin, li gel wê jî Yekîtiya Lawanên Kurdên Gurcistanî heye ku ez jî endameka wê me. Em bi rêya karên hunerî dixwazin tevli Kurdên Gurcistanê bibin û huner û rewşenbîriya bav û bapîrên xwe bi wan bidin naskirin.
Niha hejmara Kurdan li Gurcistanê çend e?
Di serdema Yekîtiya Sovyetê ya berê de, zêdetir ji 40 hezar Kurd li Gurcistanê hebûn, lewma pirtûk bi Kurdî dihatin çapêkirin û pêşangeh û gelek karên hunerî dihatin pêşkêşkirin, lê mixabin beşeke zêde ya wan ji ber rewşa aborî, ber bi welatên Ewropa û Rûsyayê ve koç kirine, niha nêzîkî 15 hezar Kurd li Gurcistanê dijîn, mixabin niha rewşa huner û kultura Kurdî weke berê nîne û kêmtir tê dîtin.
Malbata we çawan û kengê çûne Gurcistanê?
Weke hemû Kurdên din, em jî weke malbateke Êzidî, bav û bapîrên me xelkê Serheda Bakurê Kurdistanê bûne, ji gundê Sêçan a ser bi Qersê ve bûne, êdî di sala 1915an de ji ber şer û kuştinê, wê demê ber bi navçeya Qefqasê reviyane û li Ermenistanê û Gurcistanê bicih bûne, ji wê demê ve em li Gurcistanê dijîn û me hewl daye, kultur û hunera xwe ji bîr nekin û wan biparêzin.
Gurcî derbarê Kurdan de çawan difikirin, Kurdan çawan dibînin?
Hevrêtiyeke baş di navbera Gurciyan û Kurdan de heye, helbet Kurdên Gurcistanê gelek ji hikûmetê razî ne, lewma jî li gel Gurciyan li dijî dijmin û jibo parastina Gurcistanê di eniyekê de ne. Em spasdarê wê axê û xelkê Gurcistanê ne, ku ti deman ziman û kultura me qedexe nekiriye.
Bandora kîjan hunermendî bêtir li ser te hebûye?
Gelek ji hunermendên berê yên Kurd, banoreke wan a rasterast li ser min hebûye, hunermendên weke Karapêtê Xaço, Şeroyê Biro, Şakiro, Miryem Xan, Eyşe Şan, Mihemed Şêxo, Aram Tîgran û çend dengbêjên navdar ên din. Herwiha çend stranbêjên din jî bala min dikişînin, weke Aynur Dogan, Cuwan Haco, Xêro Ebas ku stranên wan ên baş hene û bandora wan li ser hestê min heye.
Jiyana koçberiyê çi bandorek li ser hunera te hebûye?
Ez tenê bi laş li Gurcistanê me, dil û derûn û hest û xeyala min her li Kurdistana mezin e, ez bi hesreta welatê xwe me, helbet ew dûriya ji Kurdistanê bandoreke mezin li ser min û hunera min hebûye, gelek caran ji min re dibêjin, di dengê de te xemgîniyek heye, dibe ku ew xemgînî ya dûriya ji welat be, bi taybetî devera Serhedê ku hertim di xeyala min de ye. Her çi qas min ti deman nekariye serdana wê derê bikim û ji nêzîk ve bibînim, lê belê di rêya vegêrana çîrokên bav û bapîrê xwe re yên li ser Serhedê, ez wiha hest dikim ku ez hemû kûçe û kolanên wan bajaran nas dikim.