Li Amedê îro festîvala zebeşan dest pê dike

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê îro 13emîn Festîvala Zebeşan dest pê dike.

Biryar e 13emîn Festîvala Zebeşan li Meydana Şêx Seîd a Amedê saet 15:30an dest pê bike û sibe bidawî bibe.

Di çarçoveya festîvalê de çend çalakî û konserên cûda tên lidarxistin wekî meş û pêşangeha hunerên destan.

Hunermenda Kurd Rojîn û Bîlal Sonses jî beşdarî festîvalê dibin.

Herwiha di çaroveya festîvalê de dê pêşbaziyên zebeşan were kirin.

Di festîvalê de ew cotkarên ku zebeşê herî mezin û baş berhem anîne tên hilbijartin û xelatkirin.

Xelata yekem kesê serkeftî 20 hezar lîreyên Tirkî ye ku dike 740 dolar.

Kesê duyem 15 hezar lîre bi dest dixe ku ew jî 550 dolar û sêyemîn jî 10 hezar lîre werdigire ku ew jî dike 370 dolar.

Ew festîval her sal tê lidarxistin û armanca wê nasandina zebeşê Amedê ye.

Amed di berhemanîna zebeşan de yek ji parêzgehên sereke ye û bi wê berhema xwe navdar e.

Li gorî amarên Rêveberiya Çandiniyê ya Amedê sala borî li ser 27 hezar donim zeviyên parêzgehê 112 hezar ton zebeş hatibûn rakirin.

Îsal jî li ser 30 hezar donim erd ev berhem hatiye çandin û tê pêşbînîkirin zêdeyî 150 hezar ton zebeş bên berhemanîn.