AGIRÎ - Ji bo aştiyê li 80 welatan geriya

Hewlêr (Rûdaw) - Siyarê bisiklêtê Rehmetullah Azadê 60 salî yê li Îranê dijî,  ji bo balê bikişîne ser aştiya dinyayê li 80 welatan geriya.

Rehmetullah Azad li nêzîkî Tehrana paytextê Îranê dijî û ji bo balê bikişîne ser zilm, bê edaletî û şerên li dinyayê, di ciwaniya xwe de biryar da ku bi bisiklêtê bigere.

Rehmetullah Azad di heyama 40 salan de bi bisiklêtê xwe li 80 welatên li parzemînên Afrîka, Ewropa û Asyayê geriyaye.

Azad diçe ku derê peyama aştiyê dide, bi mirovan re dicive.

Ew herî dawî çûye Tirkiye û Bakurê Kurdistanê.

Azadê şev û roj di rêyan de ye bajarên wekî Mûş, Qeyserî, Sêwaz ziyaret kirin û li Agiriyê bêhna xwe veda û li navçeya Avkevirê bû mêvanê welatiyan.

Azad piştî bêhnvedanê di hewaya baranî de cardin dest bi rêwîtiyê kir.

Azad bi bisiklêta xwe gihîşt navçeya Bazîdê û li vê derê jî demekê bêhna xwe veda û paşê berê xwe da welatê xwe.

Rahmetullah Azad got ku li dinyayê bê edaletî heye, dema ku ew mirovên di tengasiyê de dibîne, ew pir li ber xwe dikeve û ji ber vê jî ew bi bisiklêta xwe li welatan digere û peyama aştiyê digihîne mirovên biwijdan.