Li Kurdistanê şivantî dikir lê niha li Ewropayê bazirganekî navdar e

Parîs (Rûdaw) – Xebat Kiliç ku li Parîsê dijî û berhemên wî yên mobîlyayê li welatên Fransa, Îtalya, Tirkiye û gelek dewletên Afrîqayê tên firotin dibêje, “Dema ku li ser berhemên min ‘Made in Kurdistan’ hat nivîsandin, wê demê dilê min dê rehet bibe.” Kiliç jibilî karê mobîlyayê bazirganî û dîzayneriya elmasan jî dike.

 

Xebat Kiliç li bexçeyê vîlaya xwe ya li derveyî Parîsê gelek dar çandine û dema ku fersend dibîne ew bi xwe diçe û li ser kar dike. Karên wî gelek zêde ne lêbelê hezkirineke wî ya cuda heye li hemberî bexçeyê wî.

 

Em li Parîsê bûn mêvanê Xebat Kiliç û wî jî çîroka xwe ya hatina ji çiyayên Kurdistanê bo Parîsê û ya serkeftinê ji me vegot.

 

Kiliç dema ku yekem car tê Parîsê karûbarên paqijiyê dike û niha xwediyê kargeheke mobîlyayan e û dîzayna mobîlyayên xwe ew bi xwe dike û dibêje ku li gelek cihên luks ên Parîsê mobîlyayên wî hene. Lêbelê Kiliç dibêje ew van weke, ‘raborî (mazî)’ dibîne û tim li pey tiştên nû ye.

 

“Min li gund şivantî kir”

 

Xebat Kiliç li navçeya Bêşebab a ser bi parêzgeha Şirnexê ya Bakûrê Kurdistanê ve ji dayîk bûye. Ew xwe weke, ‘kurê bapîrê xwe’ binav dike û li gor gotina wî bavê wî tim bi karên siyasî re mijûl bûye ji ber hindê bapîrê wî ew mezin kiriye. Kiliç dibêje, “Dema ku bapîrê min ez rê dikirim bo ber pez digot, ‘Divê em baş xizmeta wan bikin ji ber ku ew jî xizmeta me dikin, dive em baş biçerînîn’ Ez ji wî fêrî vê zîrekî û wefakariyê bûme.”

 

Bapîrê wî li gund jibilî şivantiyê derbarê jiyanê de jî gelek tişt fêrî wî kirine û Kiliç wiha behsa serpêhatiyeke xwe dike, “Bapîrê min ne pizîşk bû, lê nexweş baş dikirin. Tê bîra min carekê jinek hat mala me û şîr li memikê wê asê bûbû. Bapîrê min yek ji dermanên siruştî ku wî çêkiribûn da wê jinê û ew jin baş bû. Dema wî ev kar dikirin ez li gel wî bûm û dibûm şahid bê ka çawa bi serkeftî karê xwe dike.”

 

“Gotinên dayika min bûn guhark bo min”

 

Xebat Kiliç piştî heyamekê li gel malbata xwe koçî Parîsa paytexta Fransayê dike û malbata wî di wê heyama koçkirina ji Bêşebabê û bicihbûna li Parîsê rastî gelek zor û zehmetiyan tê. Piştre tenduristiya bavê Xebat têk diçe û ew neçar dimîne ku kar bike.

 

Xebat dibêje, “Eger niha ez hatibim astekê ev bi saya ked û hewldanên min e. Min tuwalet jî paqij kirin û xebatkirin ji bo min cihê şanaziyê ye. Şerma karkirinê tune ye.”

 

Karsazê Kurd ê ciwan diyar dike ku wî û dayika wî bi neçarî dest bi kar kirin û gotinên dayika xwe ku bi gotina wî di guhê wî de bûne mîna guharkan, wiha vedibêje, “Xwendin û nivîsandina dayika min baş nine, lêbelê gelek zana ye. Jineke serbilind û bihêz e. Dizane ka çi dibêje. Rojekê zilamekî reşik ji ber kar li hemberî dayika min gelek hers bû. Ev gelek li zora wê çû û ji min re got, ‘Kurê min rojekê tu jî dê wiha karekî li ser maseyê bikî û dê bibî rêveberek’. Ev gotinên wê di guhê min de bûn guhark.”

 

“Dem têrê nake”

 

Em jî diçin serdana kargeha Xebat. Li atolyeya wî katalogên mobîlya, qenepe û berhemên ku wî çêkirine li ber çavê me dikevin. Li gel wêneyên dayîk û bapîrê xwe wêneyên endamên malbatê yên din jî bi koşeyekî odeya xwe ve kirine.

 

Xebat ku demildest dikeve ser kar û belge û ewraqên ji sekreterê wî hatine vedikole, sirra serkeftina xwe bi kurtî wiha vedibêje, “Xebateke zêde û baweriya bo serkeftinê.”

 

Xebat her roj demjimêr 05.00an radibe û heta derengiya şevê kar dike. Ez jî jê dipirsim, “Madem zu radibî nexwe dema te zêde ye.”

 

Ew jî bi ken bersiv dide, “Na, dem gelek kêm e û têrî min nake.”

 

“Elmas jî biçûk e lê nirxê wê mezin e”

 

Ew berhemên ku Xebat dîzayn dike ji bo deverên din ên Fransayê û Îtalya, Tirkiye û gelek welatên din ên Afrîkayê tên hinardekirin. Ew dixwaze berhemên wî bo Kurdistanê jî bên şandin û vê yekê jî bo xwe weke ‘deynek’ê dibîne.”

 

‘Made in Kurdistan’

 

Karsazê Kurd aşkere dike mezintirîn arezû û daxwaza wî ew e ku li ser berhemên wî, ‘Made in Kurdistan’ bê nivîsandin.

 

Li ser vê yekê Xebat Kiliç dibêje:“Dema ku li ser berhemên min ‘Made in Kurdistan’ hat nivîsandin, wê demê dilê min dê rehet bibe.” 

 

Xebat jibilî kerta mobîlyayê, bi karê elmasan ve jî mijûl e.

 

Ez jê dipirsim, ‘Berhemên te li cîhanê li bazareke berfireh belav dibin. Bazara Kurdistanê bo te ne biçûk e?’ û ew jî elmasê di destê xwe de nîşanî min dide û vê bersivê dide, ‘Elmas jî biçûk e, lêbelê nirxê wî mezin e.”

 

Têbînî: Tevahiya çîroka Xebat Kiliç, di bernameya Big Story de bibîne.