Rêvebir şand zîndanê!

Navenda Nûçeyan – Stêrka misrî Haifa Wehbe doza derbarê rêvebirê şirketa “The Gate Media Group” de vekirî qezenc kir û rêvebirê şirket ket zîndanê.

Haifa Wehbe Rêvebirê Şirketa The Gate Media Groupê Mihemed Kamîl ji ber çeka sextet dabû wê, 4 doz li wî hemberî vekiribû.

Dadgehê Mihemed Kamîl bi salek girtina zîndanê û 100 hezar lîrê misrî (13 dolar) ceza kir.

Haifa Wehbe bi pêşbirka Şaciwaniya Libnanê hat nasîn û bi albûma di sala 2002yê de derxistî li cîhanî navdar bû.

Wehbe ji aliyê People ve di nav lîsteya “50 mirovên herî ciwan" de hatibû nîşandan.