QERS – Jiyana guran bi çîpan tê şopandin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qamûşanê ya parêzgeha Qersê, jiyana guran bi çîpan tê şopandin.

Li parêzgeha Qersê tîmên Rêveberiya Giştî ya Parastina Xweza û Parkên Niştimanî û Komeleya Xwezayê ya Bakur, ji bo çavdêriya jiyana wan çîp xistine stûyê 40 gurî.

Jiyana guran bi dronan jî hatiye tomarkirin.

Li gorî çavdêriyê, gur wek kerî digerin û gurek salane li qadeke 5 hezar kilometre çargoşe digere.

Gur dema dimeşin pê li şopê lingên hevûdu dikin da ku zêde newestin û karibin zêdetir rê biçin.

"Çar gur pê li yek cihî dikin"

Koordînatorê Zanistê yê Komeleya Xwezayê ya Bakurê Emrah Çoban got:

“Çar gur pê li yek cihî dikin û wekî gurekî bi tenê tevdigerin.

Bi vî awayî kêm diwestin û dikarin mesafeyeke dirêj biçin.

Me sala 2023yan du gur girtibûn û sala 2022yan jî me du gur dişopandin.

Em li navçeya Qamûşanê niha çavdêriya 4 guran dikin.

Li gorî amar û çavdêriyên me, Daristanên Qamûşanê ji bo guran biçûk in, gurên ku me pêştir girtibûn heta navçeyên Selîmê û Şenkayayê diçin.

Diçin navçeyên Qers û Erzeromê.

Ev jî nîşanî me dide ku daristanên Qamûşanê çiqasî girîng in û divê bên parastin.”