Di rêya Kim Kardashian de ye
Navenda Nûçeyan – Khloe Kardashian bi rêya xuşka xwe ya navdar Kim Kardashian ve diçe û wêneyek sosret ê xwe belav kir.
Khloe Kardashian a 31 salî derbarê wêneyê belav kirî de wiha got: “Di geştiya St. Bartsê de Joyce Bonellî, Jen Aktlin û mêrê wê yê wênekêş Mike Rosenthal me bi hv re biryar da em çend wêneyên bêplankirî bikêşînin. Di encamê de ev wêne derket holê.”
Khloe Kardashian piştre di malpera xwe de jî wiha got: “Her çiqasî min hewl dabe ku ez bedena xwe bixim di vê formê de, lê ez dîsa dibêjim min çawa ew yek cesaret kiriye û ev wêne kişandiye.”
Beriya niha jî Khloe Kardashian bi wêneyê wê yên di kovareke de hatin belav kirin bibû mijara gotûbêjan.