WAN - Yên ji kelekela havînê tengezar dibin berê xwe didin Geliyê Masîroyê
Hewlêr (Rûdaw) - Kanyona Masîroyê ya dikeve navbera Wan, Sêrt û Şirnexê bûye pêgeha kesên ji kelekela havînê aciz û tengezar bûne.
Kanyona 125 kîlometre dûrî Wanê ye, bi ava xwe ya cemidî, xwezaya xwe ya kesk û hêşîn û hewaya xwe ya paqij ziyaretvanan cezb dike.
Kanyona 12 kîlometreyî ya di navbera navçeya Şaxê ya Wanê, navçeya Berwariya Sêrtê û navçeya Elkê ya Şirnexê de ye, bi ava xwe ya zelal û sar dorhêla xwe honik dike.
Dicle Akinciya ku tevî hevalên xwe çûye kanyonê diyar kir ku bedewiyên kanyonê ew heyr û hejmetkar hiştin.
“Bedewiyeke wiha ez nû dibînim”
Dicle Akinciyê bal kişand ku di germ û kelekela havînê de kanyon ji bo xwehonikkirinê rotayeke pir baş e û wiha dewam kir:
"Teqez divê ev der bê keşfkirin. Hêzeke nedîtî ya siruşta vir heye.
Ji bo dîtina vir, em bi meşeke bi zehmet di nav çiya û deviyan de derbas bûn û gihîştin vir.
Heta niha em çûne gelek cihan, lê bedewiyeke wiha ez nû dibînim.
Di vê germa havînê de me tevî hevalên xwe keysa xwe li ava paqij û honik anî. Divê herkes vê derê bibîne."
Endamê Kuluba Werzişên Siruştî ya Wadiyê Huseyîn Demez jî diyar kir ku bi ger û geştan ew hewl didin, bedewiyên herêmê bidin nasandin.
“Bedewî û ava şêrîn a kanyonê pir xweş e”
Eyup Ozden jî wiha got:
"Em ji bo avjenî û honikbûnê hatin vir. Bedewî û ava şêrîn a kanyonê pir xweş e. Em di nav devî û daristanan da bêhna xwe didin."
“Ez difikirim careke din jî werim."
Yusuf Tarlan ê ku cara ewil çûye kanyonê jî wiha axivî:
"Min vir pir eciband. Ji ber ku hewa pir germ e em ketin avê. Ji ber ku av kûr nîne, bi rihetî mirov dikare avjeniyê bike.
Min dîmena vir pir eciband, ez difikirim careke din jî werim."