Hinar di çand û mîtolojiya Kurdan de

Hewlêr (Rûdaw) – Nivîskar û lêkoler Saro Xusrewî ragihand ku di çand û mîtolojiya Kurdan de cihekî taybet ê hinarê heye.

Xweşikbûneke taybet a hinaran heye û dendikên hinarê wekî gewheran diçirisin.

Her ji berê ve, di çand û mîtolojiya Kurdan de cihê hinarê taybet e ku di gelek bîr û baweriyan de nîşana jiyan, evîn û bereketê ye. 

Hinar li cem Kurdên Yarsan pîroz e, her wiha hinar derbasî edebiyata Kurdî bûye û di gelek hebestan de cih girtiye.

Ehmedê Xanî di berhemên xwe de behsa hinarê kiriye

Helbestvan, fîlozof û afirînerê hişmendiya neteweya Kurd Ehmedê Xanî jî di berhemên xwe de behsa hinarê kiriye.

Ehmedê Xanî di nivîsên xwe de gotiye ku ji aliyê tenduristiyê ve gelek sûdên hinarê hene.

Nivîskar û lêkoler Saro Xusrewî jî di lêkolîneke xwe de bal kişandiye cihê hinaran ê di çand û mîtolojiya Kurdan de.

Saro Xusrewî dibêje dema zarokek ji dayîk dibe, ji bo ku ew ji belayê dûr be, çiqilekî hinaran li pêşiya mal tê danîn.

Saro Xusrewî her wiha dide zanîn ku hinar ji bo gelek zarokên Kurdan bûye navek wekî Henar, Henare, Nar, Gulnar û Narê.

Bi gotina Saro Xusrewî navê gelek gundan jî ji hinarê hatiye wergirtin wekî Henare, Enarkê, Enarê û Baxe Henarê.

Hinar nîşaneya bereket jiyaneke nû ye

Saro Xusrewî her wiha dibêje:

“Kurdên ji Rojhilatê Kurdistanê, Şeva Yeldayê ku şeva herî dirêj a salê ye, yek ji fêkiyên li ser sifreya xwe datînin hinar e.

Hinar fêkiya sereke ya ser sifreyê ye û sembola germê û nîşaneya hatina bihar û jiyaneke nû ye.

Li Hewarmanê hinar nîşaneya regeza mê ye. Hinar nîşaneya zêdebûn, evîndarî û bereketê ye.

Di ola Mîtra û çanda Zagrosê de jî taca serê paşayan ji gula hinarê bûye.

Li Îlam û Lorsitanê di Newrozê de hinarê dikin nava avê û li ber deriyê malan wekî remza bereket û ronahiyê ye.

Hinar nîşaneya yekbûnê ye

Saro Xusrewî her wiha dide zanîn ku hinar di ola Yarsanan de jî pîroz e û dibêje:

“Bawermendên wê di Cejna Xawenkar a Yarî de diayan li ser hinaran dixwînin û hinaran dixwin lê nabe ji nîvê were parçekirin.

Beriya ku hinarê bixwin maç dikin û nabe zerer bigihe dendikên wê, dendikên wê nîşana bereket û yekbûnê ne lewma bi dest hûr dikin.

Hinar nîşaneya yekbûnê ye, perdeya spî ya di navbera dendikan de nîşaneya sînorên civakî ne lê di bingehê de berhemê yek darê ne.”