Zanîngeha Cambridge li pey pisporên çîkolatayê digere!

Hewlêr (Rûdaw)- Zanîngeha Cambridge a îngîlîzî ji bo likolînên li ser çîkolata li akademîsyenan digere.

namzedê serkeftî dê li ser hişkmayina çîkolata li deverê germ kar bike.

Beşa Endezyariya Kîmyayî û Biyoteknolojiyê ya Zanîngeha Cambridge projeyek li ser hişkmayîna çîkolata li herêmin germ û di heman demê de li ser parastina qualîtiya çîkolatayê daniye pêşiya xwe.

Ji bo vê jî li pispor û akademîsyenan digere ku li ser vê mijarê lêkolîn bikin.

Lê her tişt ewqas asan nîne çimkî pêwîst e namzadên wî karî baş matematîkê (bîrkarî) zanibin.

Kesên ku wî karî hez dikin bila destê xwe zû hildin ji ber ku heyama serlêdanê ji bo vî karî 29ê Tebaxê diqede.