Xelk dixwaze operasyona fenomanan berfirehtir bibe

Stenbol (Rûdaw) – Li Tirkiyeyê di demên dawî de li ser hev çend bûyerên gendelî, sextekarî, xapandina xelkê û spîkirina pereyan diqewimin.

Hejmarek fenomenên medyaya civakî bi operasyonan hatin girtin.

Derbarê ji hezarî zêdetir fenomenan de jî lêkolîn û lêpirsîn berdewam dikin.

Operasyon pêşî bi girtina fenomena medyaya civakî Dîlan Polat û hevjînê wê Engin Polat dest pê kir.

Piştî vê 16 fenomen jî bi tometa spîkirina pereyan hatin girtin.

Herwiha bi skandala, “Fona Fatih Terim”, derket holê ku hejmarek futbolîst û navdarên Tirkiyeyê ji aliyê xebatkara bankayeke taybet ve hatine xapandin.

Dest bi ser mal û milkê 12 fenomenan de hat danîn

Herî dawî bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê dest bi ser mal û milkê 12 fenomenan de hat danîn.

Welatiyên Tirkiyeyê dixwazin operasyona ser fenomenên ku pereyan spî dikin û xelkê dixapînin berfirehtir bibe.

“Bila hêzên siyasî yên li pişta fernomenan eşkere bibin”

Herwiha welatî dibêjin, lazim e pêwendî û hêzên siyasî yên li pişta fenomenan jî eşkere bibin.

Nûçegihanê Rûdawê Omer Sonmez li Stenbolê ji welatiyan pirsî, “Tu operasyona li ser fenomenan çawa dibînî û divê çi bê kirin?”

Welatî Ayhan Oguz di bersiva xwe de got:

“Di bûyera Dilan Polat de me dît ku ji nişka ve ew sextekar dest bi nimêjê kirin. Gelo li pişt wan kîjan hêz hene?

Di bûyera Fatih Terim de jî dest bi netewperestiyê kirin. Wate heta ku derê wê bi van bûyeran re têbikoşin ne diyar e. Lê me dît ku bûyerê ronî nakin.”

Xelk dixwazin operasyon berfirehtir bibe

Welatî Munevver Tozdumanê jî wiha bersiv da:

“Lazim e operasyon bê berfirehkirin. Divê heta encam bê girtin li ser vê mijarê biçin. Lewra teqez li pişt wan hêzên din hene. Ev fenomen ji bo ciwanan dibin mînakên xirab.”

Welatî Hanife Yucel jî got:

“Me di civata futbolê de jî heman mînak dîtin. Di bûyera spîkirina pereyan de jî em dibînin ku ev  yek ji bo ciwanan dibin mînakên xirab.

Lewra ciwan li wan dinêrin û dibêjin em jî dikarin bi hêsanî pereyan qezenc bikin.”

Welatî Oya Barutê jî got:

“Evana maşik in. Bi ya min li pişt wan hêzên bi qewet hene. Divê hikûmet pêşî dest bavêje wan. Sankî hikûmet midaxele kir. Wekî bûyerên li futbolê. Ev hemû kesên li pêş in. Lê yên esil li pişt perdê ne.”