Trendeke nû li ser medyaya civakî: Kurdînûs
Stenbol (Rûdaw) - Kurdînûs ango kurdîhez, trendeke nû ye ku di nav keç û xortên kurdan de belav dibê û roj bi roj li hemû qadê madyaya civakî cih digre.
Kesên ku medyaya civakî bi kurdî bi kar tînin û heman fikr û ramanê xwe bi kurdî parvedikin di nav xwe de ji xwe re dibêjin Kurdînûs an jî Kurdîhez. Ev nav hêdî hêdî li ser Twîtterê belav dibe û her diçe Kurdînûs zêdetir dibin.
Her çikas bi piranî li ser Tiwîtterê bên zanîn jî niha li hemû qadê sosyal medyaya civakî cih digrin. Kesên ku bixwaze bibe Kurdînûs an jî Kurdîhez, hewce ye ku li ser medyaya civakî tenê bi Kurdî binivîsê û jiyana xwe ji her aliyî de bi kurdî bidomîne.
Ev ekol bi piranî ji aliyê nivîskar, helbestvan û rojnamegerên ku di hêla civaka Kurdî de dihatin naskirin ve dest pê kir û ta îro didome. Di serî de kêmtirî 100 Kurdinûs hebûn lê îro ev hejmar gîhiştiye 1000an û di nav wan de ji her deverê Kurdîstanê xebatkar, xwendevan, parêzer û mamoste jî cih digrin.
Yek ji wan jî bikarhênerê Twîtterê yê ku bi navê Egîdo(@agoist) ye.
Egîdo yê ku karker e û xelkê Elîha Bakûrê Kurdîstanê ye, di derbarê Kurdînûsiyê de pirsen Rûdawê bersivand û wiha got: “ Berê (heta berî du sala jî) li hemû torên civakî kêmtirîn 100 Kurdînûs hebûn û gelek ji van nivîskar, helbestkar ango rojnamegerên ku di hêla civaka Kurdî de nas bûn. Îro tenê li ser Twîtterê bi hezaran Kurdînûs hene û roj bi roj jî ev hêjmar zêde dibe lê mixabin ev zêde bûna Kurdînûsan, pirsgirêkan jî zêde dike. Rexneyên me ji asta rexneyan derketine! Herwiha kî derdikeve û dest bi nivîsa Kurdî dike devoka xwe esas digre û peyvên ku jê re biyanî tên di nav Kurdî de jî qebûl nake. ‘Wilo’ çi ye ev peyv xelet e, rasteqîn ‘wisa’ ye, ‘bacanên sor’ çi ne? a rastî‘ frîngî’ ye filan bêvan... û girîngtirîn pirsgirêka me jî ev e ku em Kurdînûs bi jiyana xelkê gelek elaqadar dibin: ‘tu çima tenê bi Kurdî nanivisî...’ birastî ev kompleks bi tevahî bi me teva re heye’’
Li gorî Kurdînûsan wateya jiyanê ew e ku mirov di hemanqada jiyanê de bi zimanê xwe bijî û qada herî mezin jî îro bûye medyaya civakî. Ji ber wê yekê jî, ji bo ku zimanê Kurdî jiyana xwe bidomîne hewceye ku Kurdînûs zêdetir bibin û zimanê Kurdî tene ne li ser medyaya civakî, di hemû qadên jiyanê de were bikaranîn.
Welato(@welaato) yê ku li ser Twîtterê bi Kurdî dinivîse û hemû jiyana xwe bi Kurdî dijî, diwarê Kurdî û Kurdînûsiyê de wiha got : “Ji ber ku em kurdin em bi kurdî dinivîsin, Kurdînûs ew in ku ew ên bi Kurdî dinivîsin, ji bo ku zimanê Kurdî wenda nebe û herwiha ji bo ku ji hevalên bi Tirkî dinivîsin re bibe balkêşiyek. Daxwaziyamin ew e ku her kurdek bi zimanê xwe binivîse, çimkî ziman hebûn e, zimanê her milletekî hebûna wî nîşan dide, va ez jî heme ez jî dijîm û welatek min jî heye.”
Piranî ji Kurdînûsan, li ser rêziman û rastnivîsê gellekî lêkolîn dikin û ta ji destê wan tê Kurdî bêqisûr bikartînin ji bo ku ji kesên ku dixwazin bi Kurdî binivîsîn re bibe weke mînak. Ji aliyekî din ve jî, ev ekola Kurdînûsiyê, ji gellek kesên ku dixwestin li ser medyaya civakî parvekirinê xwe bi Kurdî bikin re bû ye sedem û gellek kes jî, ji bo bibin Kurdînûs ango Kurdîhez, hînî Kurdî dibin. Yanî, Kurdînûsî bû ye weke dibistanek ku her kes di nav de hinî Kurdî dibe û Kurdiya xwe pêş de dibe.
Bikarhênerê Twîtterê û Kurdînûsek bi navê Newşê(@xweliserr) jî eşkere kir ku, ew bi xwestoka şopînerên xwe dest bi nivîsa Kurdî kiriyê û wiha pê de çû:
“Bi rastî min berê bi Tirkî dinivîsî lê rojeke hevalek min ji min re got; ‘tu çim edî bi Kurdî nanivîsî?’. Li ser vê pirse min jî, ji şopînerên xwe pirsî û şopînerên min jî xwestin ku ez bi Kurdî binivîsim. Min Kurdî pir nizanî bû û kêmasîyên min jî gellekî hebûn. Ez ji ferheng û nivîsa hînbûm lê bi rastî jî dilê min zehf dixwest ku Kurdî di jiyana min de zêde zêde cih bigre.”
Tenê ne ji Kurdîstanê, ji hemû deverê dunyayê Kurdînûs henê û piranî jî li ser Twîtterê hev nas dikin. Elîfê jî, li Fransayê dijî û her çiqas dûrî welatê xwe be jî ew li ser koka xwe şîn bûye û li ser medyaya civakî Kurdî bikartîne.
Elîfê(@elifakurdi) ya ku bi eslê xwe ji Mûşê ye diyar kir ku wateya Kurdînûs; ji welatê xwe, ji zimanê xwe, ji av û axa xwe hezkirin e û wiha domand: “Berî her tiştî ji bo min çand û huner, edebiyata kurdî û ziman ji hemû tişta pêşdatir e. Ez kurd im û bi Kurdî dinivsînim.”
Recep Çapan