Apple, iPhone 15ê dide nasîn: Gelo dê bihayê wê çiqas be?

Hewlêr (Rûdaw) – Apple dê îşev iPhone 15ê bide nasîn. Tê gotin ku li Tirkiyeyê bihayê iPhone 15ê hatiye eşkerekirin.

Li gorî îdiayan, dê li Tirkiyeyê bihayê iPhone 15ê, 43 hezar û 540 lîre be.

Bihayê iPhone 15 Pro Maxê ku modela herî giran e jî 70 hezar û 788 lîre ye.

Di çalakiya ku Apple îşev li bajarê Kaliforniyayê Amerîkayê li dar dixe de dê danasîna iPhone 15, iPhone 15 Plus, iPhone 15 Pro, iPhone 15 Pro Max/Ultra, Apple Watch Series 9ê were kirin.

Dê bi danasîna modelên iPhone 15ê re danasîna modelên AirPods, MacBook û gelek cihazên din jî were kirin.

Taybetmendiyên nû yên iPhone 15ê

iPhone 15, li gorî iPhone 14ê xwediya hinek cudahiyan e.

Di fîrmayên hevrik de herçiqasî sensora şopa tiliyê li paş û pêşiya telefonê hatibin bicihkirin jî tê hêvîkirin ku Apple heman taybetmendiyê bi kar neyîne.

Apple wê çîpeke nû ya bi navê A17ê ku temenê pîl zêde dike bi kar bîne.

Di heman demê de ev dê bi kêrî pêşxistina cîhazê jî were.

Li gorî Blomergê, çarçoveya modelên nû yên iPhone Proyê li cihê polayê zingarnegir dê ji tîtanyumê bê çêkirin.

Bi vê re jî dê çarçove êdî qewîntir û siviktir bibin.

Pispor dibêjin dê iPhone 15 û 15 Plus bi kameraya 48 megapîksel pêşketinên baştir jî nîşan bidin.

Di heman demê de iPhone Proya ku modela herî bihêz e jî dê ji aliyê nêzîkkirinê ve bihêztir be.

 Ev hemû dane nîşan didin ku dê kameraya li pişt iPhoneyê mezintir bibe.

Wê şarja iPhone çawa xuya bike?

Guherîna herî mezin ya di modela nû ya iPhoneyê de dê di kablo û cihê şarjê de be.

Apple, ji ber qanûna Amerîkayê neçar dimîne ku dev kabloya şarjê berde û li cihê wê Type-Cyê bi kar bîne.

Di heman demê de kabloya berguhkan jî dê bi Type-Cyê re were guherîn.