Rodî Elî xelata Mîrat a Prenses Diyana wergirt
Hewlêr (Rûdaw) - Keça Kurd a ji bajarê Efrînê Rodî Elî, xelata Prenses Diyana ya 2021, li mala wê, di merasîmeke mezin de li Londonê bi dest wergirt.
Rodî Elî ku ji Efrînê ye û ji sala 2015an ve li bajarê Munster ê Almanya dimîne, ji ber karê wê yên mirovî di xizmeta penaberan de xelata Prenses Diyana ya bi navê Mîrat ku her sal ji bo ciwanên çalak tê dayîn, wergirt.
Li mala Prenses Diyana, Rodî Elî amade bû û ji aliyê Rêvebera Cîbicîkar a wê xelatê Tisi Ojo û Lord Çarls Sibser ve hat xelatkirin.
Xelata Mîrat a Prenses Diyana ji sala 1999an ve ji aliyê hikûmeta Brîtanya ve ji bo ciwanên çalak tê pêşkêşkirin.
Berî xelatê wergire Rodî, bi kurê Diyana Prens Harî re jî axivî, Prens Harî ji Rodî re got, “eger diya min sax ba dê bi dîtina te gelekî kêfxweş ba.”
Rodî Elî ya ku li bajarê Munster ya Almanyayê dijî, di gelek dezgehên xêrxwazî de kar dike û di warê întegerasyonê de jî xizmeteke wê ya baş heye.
Ciwanên ku xelata Prenses Diyana werdigirin divê temenê wan di navbera 9 heta 25 salan de be, û divê ji salekê zêdetir çalakiyên wan di warê civakî û mirovî de hebin.
Rodî yekemîn Kurd e ku vê xelata mezin ya cîhanî distîne.
Çalakvana Kurd Rodî Elî gava hê li Efrînêye dibiçûkatiya xwe de bi zorê tê zewicandin û zarokeke wê heye.
Rodî Elî ji bo ku bigihije Almanyayê 28 roj di rêyan de dimîne. Rodî li dijî bandora şer û penaberiyê têkoşîn dike.
Di kampên penaberan de Rodî ji bo jinên ku ji malbatên muhafazakarin û ku pirsgirêkên zewacê dijîn piştgiriyê dide wan.
Rodî ji bo ku alîkariya jinên ku dixwazin vegerin Sûriyê, dest bi kampanyayek medya civakî kir ku gihîşte hezaran jinên ku pêwîtiya wan bi piştgirî û şîretê ne.
Di heman demê de Rodî ji bo ku jin bigihîjin perwerdehiyê û ji bo ku bandora xwe ya erênî berfireh bike alîkariyê kom kir û li beşekî xebata civakî ya zaningehê tomar kir.
Serok Nêçîrvan Barzanî jî, dema ku biryara xelatkirina wê hatibû standibû, ew bi nameyeke taybet pîroz kiribû.