Belluccî: Evîn nebe nabe

Navenda Nûçeyan – Stêrka Îtalyayê ya sinemayî Monica Belluccî got, şewhet û daxwaza bi pîrbûnê winda nabe û berevajoyê wê, di temenên paş de cinsîtî xweştir dibe.

Aktirista fîlma Emir Kustarica ya bi navê “Oh The Milky Road” Monica Belluccî beşdarî 73yemîn Festivala Fîlmên Venedikê bû û daxuyanî da kovara Fransî “Parîs Match”.


Monica Belluccî beriya hevpeyvînê pozên tazî dan.


Belluccî ku di 30ê Îlonê de dibe 52 salî wiha got:


“Dema mirov ciwan cinsîtî bi temamî girêdayê hormonan pêk tê. Lê dema ku têmenê mirov zêde hevsengiya dibe evîn û cinsîtiyê jî zêdetir dibe û şewhet û daxwaz derdikeve pêş. Bawer bikin di pîrbûnê de seks xweştir e. Lê evîn nebe seks jî nabe. Yanî ez nakim.”