Li cihên dîrokî yên Amedê nimayişa cilûbergan

Hewlêr (Rûdaw) - Kompaniya Dosso Dossi Fashion Show ji bo nasandina Amedê îro bi 25 mankenên navdar dest bi kişandina klîba danasînê kir.

Kompaniya Dosso Dossi Fashion Show ya modavanê Kurd ê navdar Hikmet Eraslan, kreasyona xwe ya payîz-zivistanê li Qesra Cemîl Paşa ya dîrokî ya Amedê û li cihên cuda yên dîrokî yên bajêr da nasîn.

Fîlma danasînê ya pêşandana modayê ya ku li bajêr hatiye kişandin, dê li 50 welatan di kanalên televizyonê yên cuda de were weşandin.

Di xebatên kişandina danasînê de 25 mankenên ku di nav wan de navên navdar weke Tulîn Şahîn, Demet Şener, Zeynep Sever Demîrel, Ozge Ulusoy,  Buse Iskenderoolu, Dilara Korkmaz, Cemrenaz Turhan, Şira Sahilli, Deren Talu, Derîn Talu û Mady Sarikabadayi jî cih girtin.

Beriya Amedê heman kompaniyê li cihên turîstîk ên Bazîda Agiriyê û Kapadokyaya Tirkiyeyê jî bi beşdariya mankenên navdar klîba danasînê kişandibû.