POZO Û KÊZÊ: Pisîk diçe jor yan tê jêr?
Hewlêr (Rûdaw) – Qehremanên karîkatora pêkenok a Rûdawê Pozo û Kêzê, karê xwe yên rexnekirina rojevê berdewam dikin.
Îro danê sibê wêneya pisîkekê li ser malperên civakî hatibû belavkirin û li ser wiha hatibû nivîsandin: “Ew pisîk ji nêrdewanê tê jêr an jî diçe jor?”
Bikarhênerên malperên civakî di bersiva vê pirsê de bibûn du beş ku hinekan digotin “tê jêr” û hinekan jî digotin “diçe jor.”
Pozo û Kêzê jî tevlî vê gengeşeyê bûn û di 2emîn hejmara karîkatorê de ramanên xwe ji bo xwendevanên Rûdawê anîn ziman.