Bûka Ukraynî li Mêrdînê bû misilman
Hewlêr (Rûdaw) - Jina Ukraynî piştî ku biryar da ligel welatiyekê parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê bizewice her li wê parêzgehê bû misilman û navê xwe yê nû jî kir Amîne.
Welatiyê bi nave Mahsun Koçak ê 46 salî ku xelkê parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê ye berî demekê li Ukraynayê jina bi nave Alîna Kolos nas dike û biryarê didin ku bi hevre bizewicin.
Piştî demekê herdû hevjîn tên parêzgeha Mêrdînê û dizewicin. Jina Ukraynî Alîna Kolos li wir biryarê dide ku ola xwe biguhere û bibe musilman.
Muftîyê Mêrdînê Alî Hayrî Çelîk derbarê ola Îslamê de zanyarî dan jina navborî û piştî anîna kelîmeya şahadetê bi merasîmekê li muftîtiya Mêrdînê bû misilman.
Alîna Kolos piştî ku bû misilman nave xwe yê berê jî guherî û navê Amîne li xwe kir.
Wê jina Ukraynî ragihand hevaleke wê bandor li wê kiriye heta ku bûye misilman û gotiye ku take daxwaza wê jî ew ligel hevjînê xwe ji niha şûnde jiyaneke aram û bextewar bijî.
Muftiyê Mêrdînê jî piştî merasîmê Quran û çend pirtûkên din ên olî weke diyarî dan Alîna Kolos.