‘Heta 2050 zibil di nav okyanûsan de çar qat dibe’
Hewlêr (Rûdaw) - Peravên bajarê Karachi li başûrê Pakîstanê, zibil rasterast tevlî jiyana mirov bûye. Ev ew roj e ku Rêxistina Fona Cîhanî Bo Xwezayê jê ditirsiya.
Niha nêzîkî 180 milyon ton zibil bo nav okyanûsan hatiye avêtin, rêxistin navborî pêşbînî dike ku heta sala 2050î ew hejmar bibe çar qat. Ev jî wate çêbûna metirsiyeke mezintir li ser tendirûstiya mirov û giyandaran.
Pispora Jîngeha Deryayî Dr. Melanie Bergmann dibêje: “Plastîk, wek mînak ji ber tîrêjên rojê û pêlên okyanûsê dibin parçeyên biçûk biçûk. Plastîk bi wan parçeyên biçûk dikare bigihe zîndewerên herî dûr. Vêca ji zîndeweran bigre heta balînayên mezin, van plastîkan dixun. Loma bi rastî plastîk dikare bi vî awayî bikeve nav torên me yên xorakê.”
Rêxistina Fona Cîhanî Bo Xwezayê ji xwe re van axaftinan nake, 2500 lêkolîn nirxandine û jê re eşkere bûye ku heta sala 2100î sînorê deryayî du qatê welatekî wek Greenland bi plastîkê pîs dibe. Heta dawiya vê sedsalê jî, plastîka derya û okyanûsan 50 qat zêde dibe. Xemxwerên jîngehê li çareseriyekê digerin ku rê li ber vê karesata jîngehî bê girtin.
Rêvebera Beşa Parastina Jîngeha Deryayî Li WWF Heike Vesper jî got: “Çendîn tişt hene ku divê bên kirin daku rûbirûyê wan pirsgirêkan bibin ku bo me çêbûne. Yekem pêngav, ew e, divê kiryar ji helwêsta xwe haydar bin di dema bazarkirin û serdana marketan de. Em xwe ji kirîna plastîk biparêzin ku dibe sedema wî hemû ziblî û di nav okyanûsan de bo me dibe pirsgirêk. Lê tenê bi me kiryaran pirsgirêk çareser nabe.”
Ev çareserî li ser asta take kes bû, lê pispor pêwîst dibînin ku li ser asta civaka navdewletî hewl bên dayîn. WWF daxwazê ji hikûmetên welatan dike ku bi rêya Meclîsa Jîngehê ya Neteweyên Yekbûyî (UN Environment Assembly) rêkeftineke navdewletî bo kêmkirina avêtina maddeyên plastîk bikin.
Li gor 2500 lêkolîn û pêdeçûnên zanayan, ji sedî 88ê zîndewerên avî ketin bin bandora zibil û plastîkê, hevdem ji sedî 90ê wan hemû teyrikên li ser deryayê dijîn ligel ji sedî 52ê kîsoyên deryayî, plastîkê dixun.