Li Amedê pêşangeha xweşikî û ciwankariyê hat vekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê pêşangeha ciwankariyê tê kirin.

Li Amedê 3emîn Pêşangeha Ciwankarî û Kozmetîkê roja pêncşemê dest pê kir.

Ji bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 30 kompanya beşdarî pêşangehê bûn.

Di pêşangehê de amûr û dermanên herî nû yên ciwankariyê têne nîşandan.

Xebatkara kompanyayeke ciwankariyê Mîne Ekê got:

“Serçavê keçika me pir zuha ye, pirzik li ser hene.

Dema em kremê bi serçavê wê didin pirzik namînin.”

Gelek jin û mêrên ku serdana pêşangehê kirin, amûrên nû li ser laşê xwe ceribandin.

Hinekan ji wan bi rêya epîlasyonê, hinek ji wan jî bi rêya maskeyên dermanan mû, pirzik û şaneyên di laşê xwe de paqij kirin.

Welatiya bi navê Ozlem Ozgeçeciyê li ser pêşangehê anî ziman:

“Em li çermê xwe dinêrin, lazer dikin. Kozmetîk jî heye.”

“Armanca me ew e ku em jinên xwe xweşik bikin”

Mujde Altunakara ku çûbû pêşangehê jî got:

“Jin ji ciwankariyê hez dikin. Armanca me ew e ku em jinên xwe xweşik bikin.”

Li gorî rêjeya niştecihbûnê bajarê Amedê li ser asta Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji aliyê zêdebûna navendên ciwankarî û xweşikbûnê ve di rêza yekemîn de ye.

Li Amedê zêdetirî hezar navendên ciwankariyê yên tomarkirî hene.