Li Îdirê marê serşûnik hat dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li quntara Çiyayê Agiriyê li beşa aliyê parêzgeha Îdira Bakurê Kurdistanê marê serşûnik (vipera lebetina) hat dîtin.

Herêma Çiyayê Agiriyê ku ji ber mercên avûhewayê û erdnîgariya xwe ya taybet, mazûvaniya gelek cureyê ajelan dike û ji bo xişokan jî qadeke jiyanê ye.

Marê serşûnik ku yek ji xetertirîn cureyê maran e û nesla wê li ber qelanê ye, kêm caran li herêmê li ber çavan dikeve.

Komeke rojnameger dema li herêma Çiyayê Agiriyê xebat dimeşand rastî marê serşûnik hat û dîmenên wî marî girtin.

Marê ku maweyekê li wê deverê geriya, pişt ra çû û winda bû.