Li Mûşê welatiyek ji bo kesên bi temen gîtarê dijene
Hewlêr (Rûdaw) - Di wêstgeha dawî ya jiyana xwe de, dest daye gîtara xwe û dibêje, xweşiya jiyanê heye û heta mirov hebe divê gavan bavêje. Neşet Dînçer ê temen 68 salî, li mala temenmezinan a Gumguma Bakurê Kurdistanê ye.
Ew di temenê ciwaniya xwe de ligel gelek hunermendên navdar derkete ser sekoyê û di konsêrtan de beşdar bû, lê her weke ku dibêje, bi sedema jidestdana kurê xwe yê 28 salî, jiyana wî serûbinî hev dibe û çend sal in dikeve nav nivînan.
Wê bûyerê gîtara destê wî jî jê sitand. Neşet piştî çend salan, aniha destê xwe daye gîtarê.
Neşet Dînçer dibêje, “Ji salên dûr û dirêj ve min dest nedaye gîtarê. Piştre li Koça Elî mamosteyekî mûzîkê bi navê Elîf Bîrol hebû, wî gîtar da dest min, Wê demê min hest kir ku melkesa elektrîkî di destê min de ye! Êdî çend caran min jenîn kir, li wê derê ez veciniqîm û bihiş hatim.”
Neşet Dînçer dibêje, jenyariya wî ne ya salên ciwaniyê ye, lê li gorî karîna xwe gîtarê dijene û stranan ji hevalên xwe re dibêje.
Cuda ji wê yekê ku distirê û li gîtarê dide, Neşet Dînçer helbest û awazan jî datîne û heta niha 2 stiran tomar kirine.
Ew daxwaz dike ku derfetê bidinê ji bo ku konsêrtan saz bike.
Neşet Dînçer dibêje, “Bê guman li ser moleta rêveberên vê derê hez dikim derkevim û konsêrtan saz bikim. Ev hemû xewnên min e. Bi saya Xwedê, eger rêk bikeve, eger yek demjêimêrê be jî, konsêrtê ji bo mala temenmezinana saz dikim û vîna wan bilind dikim, dibe cihê şanaziya min.”
Temenmezinên vê mala Gumguma Bakurê Kurdistanê dibêjin, dema 5 salan e, Neşet Dînçer hatiye vê derê û bûye cihê dilxweşî û bexteweriya tevan.