Li gundekî Şirnexê merasîma Zêwê: ‘Ji dema dînê Zerdeştiyê ve heye’

Hewlêr (Rûdaw) - Gundê Banayê yê navçeya Basayê ya parêzgeha Şirnexê 4 kîlometreyan dûrî Çemê Dîcleyê ye û dikeve quntara Çiyayê Gabarê.

Xelkê gund amadekariya sazkirina merasîma Zêwê dike. Hinek nan li tenûrê didin, hinekan beroşên xwarinê danîne ser agir û hinek jî ji nav dehlan vedigerin daku bigihin Zêwê.

Bi hatina bayê nû ku hewa diguhere û hênik dibe, xelkê gund hemû, êvarekê bi hev re şîvê dixwin û ji vê şîvê re dibêjin Zêw.

“Ji dema dînê Zerdeştiyê heta niha heye”

Welatî Îbrahîm Ozkan anî ziman:

“Ji destpêka dîroka Kurdistanê heta niha Zêw heye.

Du Zêwên me hene. Li Kurdistanê ji dema dînê Zerdeştiyê bigire heta niha heye. ”

Dîrokeke gelekî kevn a Zêwê heye. Salê 2 caran tê saz kirin. Carekê dema ku bayê destpêka meha Îlonê tê kirin û carekê jî piştî birinc hat dirûn û hemû qutê zivistanê hat rakirin tê sazkirin.

Wek îbadetekê ye ji bo xwezayê û nîmeta ku xwezayê daye wan.

Êvara Zêwê her mal xwarina xwe dibe meydana gund û li wir xwarin tê rêzkirin û hemû xelkê gund bi hev re şîvê dixwin.

Berê li piraniya gundên vê navçeyê Zêw dihat kirin.

“Xelk bi hev re xwarinê dixwe”

Welatî Hediya Çetînê got:

“Dema dibe bayê nû, êvara înê mele bang dide, dibêje Zêwa bayê nû ye, ya Şêxê Gêlkî ye.

Her kes pezê xwe digorîne, goşt û girara xwe çê dikin. Siniyên xwe tijî xwarin dikin û li meydanê datînin.

Xelk bi hev re xwarinê dixwe û Fatiheyê dixwîne û diçe malê.”

Gundê Banayê yê ku 20 kîlometreyan dûrî Cizîra Botanê ye wek piraniya gundên çiyayî yên parêzgeha Şirnexê sala 1993yan hatibû şewitandin.

Xelkê gundê xwe bi cih hiştibû û çûbûn bajarên Tirkiyeyê lê sala 2008an xelk vegeriya gundê xwe û gund ji nû ve ava kir.

Piştî vegerê wan dîsa cejn û nerîtên xwe yên kevn zindî kir ku Zêw jî yek ji wan e.