Li Agiriyê Festîvala Gola Masiyan hat lidarxistin
Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Agiriyê yê Bakurê Kurdistanê "4emîn Festîvala Gola Masiyan " hat lidarxistin.
Gola Masiyan bi xweşikahiya xwe ya sirûştî her demsal mazûvaniya bi hezaran geştyaran dike.
Li Agiriyê 4emîn Festîvala Gola Masiyan li kêleka golê hat lidarxistin û di roja 2yemîn a festîvalê de çalakiyên curbecur hatin lidarxistin.
Welatiyên ku beşdarî festîvalî bûn, li ber stranan govend gerand.
Îsal bi hevkariya şaredariya navçeya Avkevirê, Wezareta Çandê û Geştyariyê, Wezareta Ciwanan û Werzîşê û parêzgeriya Agiriyê festîval di 5-6ê Tebaxê de bi rê ve çû.
Piştî ku çalakiyan festîvalê bi dawî bûn Şaredarê Avkevirê spasiya beşdaran kir.
Gola Masiyan a ku di her demsalê de bedewiyeke xwe ya cuda heye, navendeke girîng a geştyariyê ye û rawestgeha çiyagerên ku diçin Çiyayê Agiriyê ye.