KURDISTAN - Bûk û zavayek ji bo zewacê derketin ser çiya

Hewlêr (Rûdaw) - Li Îdira Bakûrê Kurdistanê du çiyavan bi merasîmekê li lûtkeya Çiyayê Elîdizkê, zewicîn.

 

Herdu evîndar, Ekîn Kayadîbî û Zekî Mîkyas, berî salekê li lûtkeya Çiyayê Zor nîşana xwe kiribûn û li wir biryar dabûn, ku merasima zewaza xwe jî her li ser lûtkeya çiyayekê lidar bixin.

 

Ekîn Kayadîbî û Zekî Mîkyas îsal biryara xwe anîn cih û merasima zewaca xwe li ser lûtkeya Çiyayê Ezîdizkê, ku bilindahiya wê 2550 metre ye, saz kirin. Ji bo merasima zewaca xwe, wan evîndaran çend hevalên xwe yên çiyavan û Şaredarê bajarokê Tozanê Ahmet Sait Sadrettin jî vexwandin.

 

 

Piştî meşa ku 3 saetan li ber xwe da, ew herdu evîndar, şaredar û hevalên wan gihiştin ser lûtkeya Çiyayê Elîdizkê.

 

Li ser serê Çiyayê Elîdizk Şaredar Ahmet Sait Sadrettin cubeyê xwe li xwe kir û mehra Ekîn Kayadîbî û Zekî Mîkyas birî û belgenameya wan a zewacê radestî wan kir û bi vî awayî herdu çiyavan him gihiştin Mirada xwe û him jî xeyala xwe pêkanîn.

 

Piştî merasîma li lûtkeya wî çiyayê Bakûr, li ber stranan govend hat gerandin û pîrozbahî li bûk û zava yên çiyavan hatin kirin.

 

Ekîn Kayadîbî ku li ser çiya cilûbergên bûkîniyê li xwe kir, bibîr xist ku berî salekê li lûtkeya Çiyayê Zor wan biryara zewacê dabû û dibêje, “Em li ser vê fikîrin û me plan kir ku li lûtkeya Çiyayê Elîdizk (Tekelti) mehra xwe bikin û bizewicin. Em gelek kêfxweş in.”

 

 

Zava Zekî Mîkyas jî diyar kir ku heta niha bi sedan caran derketine ser çiyayên cuda û got, lêbelê meşa bo lûtkeya Elîdizkê xwedî kelecaneke cuda bû.

 

Zekî Mîkyas ragihand: “Me gelek zehmetî nedît bo derketina ser çiya. Ji xwe em vê werzîşê dikin. Me got madem em çiyavan in, em zewaca xwe jî li lûtkeya çiyayekî pêk bînin û em li lûtkeya Çiyayê Elîdizk zewicîn.”

 

Çiyayê Elîdizkê ku bilindahiya wê 2550 metre ye, yek ji asêtirîn çiyayên li herêma Îdir a Bakûrê Kurdistanê ye.