Li nava parkeke Şîşlî stargehek bo pisîkan hatiye çêkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Bajarê Stenbolê, bihuşta pisîk û kûçikên bê xwedî ye. Li her devera bajar mirov rastî wan tê û xelk jî gelekî baş wan xwedî dike. Ev yek bûye mijara filmên sînemayî, edebiyat û şêwekariyê jî.

Li navçeya Şîşlî ya Stenbolê di nava parkekê de sitargehek ji bo pisîk û kûçikan hatiye çêkirin. Xelkê wê taxê, polîsên trafîkê û her kesê ku rêya wan bi wir dikeve, tiştekî di destê xwe de ji wan re dibe. Pişkinînên wan ên tendurustî ji aliyê veterînerên şaredariyê ve têne kirin.

Welatî Tiraje Kestelli dibêje: “Ez her roj têm û xwarinê didim wan, bi piranî ji wan re masiyan tînim. Gelek kes hene ku xwarinê didin pisîkan.”

Stargeha wan pisîk û kûçikên bêxwedî di nav parkekê de ye û pêwîstiyên wan ên tendirûstî ji aliyê veterînerên  şaredariyê ve tên kirin.

Berpirsê Ewlekariyê Mesut Kara jî got: “Li vê derê dikandar hene, heta ji destê me tê xwarina kûçikan em dabîn dikin. Bûne wek malbata me.”

 Parêzgeha Stenbolê bi pisîk û kûçikên xwe yên bêxwedî tê naskirin û her çiqasî derbarê hejmara ajelên bêxwedî de ti amareke fermî nebe jî lê tê texmînkirin ku di navbera 400 heta 600 hezaran de pisîk û kûçik hene.