Li Rojavayê Kurdistanê Cejna Ekîtoyê hat pîrozkirin
Hewlêr (Rûdaw) – Li çend deverên Rojavayê Kurdistanê, Cejna Ekîtoyê ya sala nû ya Aşûr, Suryan û Kildanan hat pîrozkirin.
Gelên Aşûr, Kildan û Suryan her sal 1ê Nîsanê, Cejna Ekîtoyê wekî serê sala nû pîroz dikin.
Gelê her sal 1ê Nîsanê berê xwe dide xwezayê û bi vê helkeftê ahengan li dar dixe.
Îro li Rojavayê Kurdistanê ji bilî xelkê, berpirsên Rêveberiya Xweser jî Cejna Ekîtoyê pîroz kir.
Hevserokê Meclîsa Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser Hisên Osman got:
“Em bi hêvî ne îsal saleke xêr û xweşî û aramî û aştiyê be.
Herwia em dixwazin ev cejn bibe sembola pêkvejiyanê li bakur û rojhilatê Sûriyeyê da ku em bigihên Sûriyeyeke demokratîk û nenavendî.”
1ê Nîsanê Cejna Ekîtoyê ku yek ji cejnên herî kevn e, di serdema Sumer, Akad, Babîl, Aşûr, Aram û Kildaniyan de bi çalakiyên biheybet dihat pîrozkirin.
Cejna Ekîtoyê vejîna xwezayê, dewlemendî û jiyana nû nîşan dide.
Alîkarê Hevserokatiya Meclîsa Gelan a Rêveberiya Xweser Yasir Silêman jî got:
“Em pîrozbahiya gelê Sûriye û gelên navçeyê û pêkhateyên wê yên kevnar bi hatina sala ya Sumer, Akad, Babîl, Aşûr, Aram û Kildaniyan dikin.
Bila salê xêr û xweşiyê bîne.”
Ahengên Ekîtoyê wekî semboleke olî ya pîroz li cem xelkê Aşûr, Kildan û Suryan 12 rojan didomin.
Li gorî dîroknasan, vê cejnê sala 5300î ya berî zayînê dest pê kiriye.
Li Rojavayê Kurdistanê berî şerê navxwe zêdeyî 100 hezar Asurî, Kildanî û Suryanî hebûn lê piştî şer û êrişên DAIŞê piraniya wan çûn derve.