Partiyên Bakurê Kurdistanê: Bila sala 2025an bibe sala aştî, aramî û azadiyê
Hewlêr (Rûdaw) – Serokên partiyên Bakurê Kurdistanê bi minasebeta sersalê peyam belav kir.
Serokên partiyan siyasî hêvî xwest sala 2025an bibe sala aştî aramî û azadiyê.
Nûnerên partiyên siyasî di peyamên xwe de amaje bi rewşa Rojavayê Kurdistanê kir û banga yekrêziyê li aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê kir.
PSK: Me dev ji azadiyê û doza neteweyî berneda
Peyama sersalê ya Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kuristanê Welatparêzên Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel wiha ye:
“Me weke gelê Kurd têkoşîneke mafdar û bi rûmet a sed salî li pey xwe hişt.
Li hemberî hemû êrîş, zilm û zordariyan me tu carî çok neda erdê. Me dev ji nasnameya xwe ya neteweyî û doza xwe ya azadiyê berneda.
Di têkoşînê da her tim ketin jî heye lê ya girîng ew e ku dîsa rabî li ser piyan.
Piştî her seknê bikaribî rêwîtiya xwe bi wêrekî bidomînî. Di têkoşîna azadiyê de windakirin tune.
Di 100 salên derbasbûyî de me di rêya azadiyê de serkeftinên girîng bi dest xist.
Gelê Kurd îro li gorî berê gelekî hişyartir e. Herêma başûrê welatê me xwedî statuyeke azad û federe ye. Divê em vê destkeftiyê wek çavên xwe biparêzin.
Li Rojavayê Kurdistanê gelê me gelekî nêzî azadiyê ye.
Bi rihê yekîtiya neteweyî, bi stratejiyeke hevpar û dîplomasiyeke afirîner em dikarin sala 2025an bi azadiya gelê xwe yê Başûrê Rojavayê Kurdistanê tacîdar bikin.
Gelê me vê yekê ji me dixwaze. Şert û merc pêwîstiya yekitiya netewî li me ferz dikin.
Werin em destê xwe bidin hev. Werin em bicihanîna wesiyeta Ehmedê Xanî weke erka xwe ya dîrokî bibînin.
Divê em vê pêk bînin. Em dê bi ser bikevin.
Bi van hestan sala we pîroz dikim, saleke tijî ronî û azadî dixwazim.”
PWK: Sala 2025an bila bibe sala yekîtiya Kurdan
Peyama Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk jî wiha ye:
“Em hêvî dikin ku sala 2025ê bibe sala yekitî û yekrêziya Kurdan û azadî, aştî, demokrasî û edaletê bi xwe re bîne!
Miletê Kurd û Kurdistaniyan salek din di binê nîrê dagirkerî, bindestî, zilm û zordariyê; bi êş, azar û xeman dagirtî li dûv xwe hişt.
Bûyer û pêşhateyên li Rojhilata Nêzîk û Rojhilata Navîn de, gelek firsendan jî, gelek risk û xeteriyan jî bi hev re di nav xwe de dihewîne.
Di pêvajoyeke weha hesas û hestiyar de, em ji sala 2024ê derbasî sala 2025ê dibin.
Hêvî û daxwaza me ew e ku di sala 2025ê de kultura fedakarî, dilsozî, hevrêzî, hevxebat û hevkariyan di nav civata Kurd û Kurdistaniyan de geştir û berfirehtir bibe.
Hêvî û daxwaza me ew e ku di sala 2025ê de, dawî li şer, operasyonên leşkerî û hemû çalakiyên çekdarî bê anîn; rêya xebat û çareseriya siyasî, demokratîk, sivîl bê vekirin.
Hêvî û daxwaza me ew e ku di sala 2025ê de, li Rojavayê Kurdistanê hemû partiyên Kurdan îdareyeke hevbeş ya eskerî, aborî, siyasî, dîplomasî ava bikin
Hêvî û daxwaza me ew e ku di sala 2025ê de xweşî, tenduristî û bextewarî bibin şirîkê jiyana gelê me.”
DEM Partî: Em dê çareseriyê bi pêş bixin
Peyama sala nû ya hevserokên DEM Partiyê Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan jî wiha ye:
Me salek li dû xwe hişt ku gelên cîhanê, Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê berdêlên giranbiha ji bo azadî, wekhevî, nan û dadê dan lê di heman demê de piştgirî û têkoşîn mezin kirin.
Me li dijî tecrîd, şer, krîza aborî û newekheviyê bi biryardarî li ber xwe da û di bin her şert û mercî de daxwaza xwe ya jiyana mirovane parast.
Em bi hêviyên mezin dikevin sala 2025an. Em dê bi siyaseta xwe ya li ser bingehê ked, wekhevî û hevgirtinê têkoşîna xwe ya ji bo siberojeke bê şer û adil bidomînin.
Em dê di serî de ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û ji bo hemû mijaran diyalog û muzakereyan pêş bixin, em dê her tim bibin dengê bindestan, ciwanan, jinan û kedkaran.
Em biryardar in ku sala 2025an bikin sala hêvî û aştiyê. Ji bo Tirkiyeyê û herêmê serdema aştî, demokrasî û yekîtiyê ye.
Baweriya me heye û em ê vê yekê pêk bînin. Em sala nû li hemû gelên xwe pîroz dikin, em ji we re saleke mişt aştî, azadî û bextewarî dixwazin.”
HAK- PAR: Dewlet ji bo çareseriyê ne cidî ye
Peyama Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Duzgun Kaplan jî wiha ye:
“Di sala 2024an de li cîhanê û Rojhilata Navîn şer û binpêkirina mafên mirovan berdewam kir.
Karesatên ku ji ber pirsgirêkên jîngehê yên ji aliyê pergala kapîtalîst ve hatin hilberandin, germahiya global û guherîna avhewayê li pey hev hatin.
Li Tirkiyeyê ku hikûmetê meaşê herî kêm 22 hezar lîre diyar kir ku li gorî sînorê birçîbûnê ye.
Tevî ku sînorê hejariyê 70 hezar lîre ye, sala 2024an bû salek ku beşeke mezin a civakê di bin qeyrana aborî ya giran de bên perçiqandin.
Li Tirkiyeyê bi taybetî jî pirsgirêka Kurd a ku di nava polîtîkayên mîlîtarîst, zext û tundiyê de, lawazkirina nirxên demokratîk, bêhiqûqiya berfireh û nêzîkatiyên rêveberiya keyfî yên wekî siyaseta qeyûman dewam kir. .
Gotûbêjên ku di van demên dawî de li ser axaftinên Serokê MHPyê Devlet Bahçelî yên derbarê bêçekkirina PKKyê de dest pê kirin her çiqas erênî bin jî, careke din hat dîtin ku dewlet di polîtîkayên kevneşopî yên li dijî Kurdan de israr dike û bi awayekî adil û yeksan nêzîkî Pirsgirêka Kurd nabe.
Em alîgirê Sûriyeyeke federal in ku tê de Kurd, Erebên Sunne, Nuseyrî, Durzî û pêkhateyên din bi ewle xwe birêve bibin.
Em hêvîdar in ku sala 2025an bibe sedem ku hêzên welatparêz ên Bakurê Kurdistanê li dora polîtîkayên neteweyî bibin yek, bijardeyeke xurt ji gelê me re çêbikin û di rêya azadiyê de destkeftiyan bi dest bixin.
Sersala we pîroz be, bila ev sal bibe sedema azadî û aştiyê ji bo gelê me û hemû cîhanê.”