Serok Barzanî: Em hêvî dikin sala nû aştî û pêkvejiyan pêk were

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî bi boneya hatina sala nû peyamek belav kir û got, “Em hêvî dikin di sala nû de aştî û pêkvejiyan li herêmê pêk were.”

Serok Mesûd Barzanî îro bi boneya hatina serê sala nû peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de got, “Bi helkefta serê sala nû ya zayînî, germtirîn pîrozbahiyê li xelkê dilovan ê Kurdistanê dikim.

Pîrozbahiyê li malbatên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman dikim û hêviya xêr û xweşiyê ji bo hemû aliyan dixwazim.”

“Divê hikûmeta nû zû were avakirin”

Di peyama xwe de Serok Barzanî bal kişand ser hilbijartinên Kurdistanê û got:

“Cihê kêfxweşiyeke mezin e hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê Çiriya Pêşîn a îsal  bi serkeftî hat kirin û di vê hilbijartinê de gelê Kurdistanê peyam û daxwaza xwe bi zelalî gihand.

Her li ser vê bingehê jî divê bersîva deng û daxwaziyên xelkê Kurdistanê bê dayîn.

Ewe jî li rêya zûtir pêkanîna kabîneya dehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.

Ji bo ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê plan û bernameyên xwe yên ji bo xizmetkirina xelkê Kurdistanê bi cîh bike.”

“Divê astengî ji mafê xelkê Kurdistanê re neyên derxistin”

Serok Barzanî her wiha tekezî li wê yekê kir ku pêwîst e li çarçêweya destûr û rêkeftinan û bi rêya diyalogê pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bêne çareserkirin û êdî astengî ji bo mafên xelkê Kurdistanê neyên derxistin.

Di berdewamiya peyama xwe de Serok Barzanî got:

“Di demek de ber bi destpêka sala nû diçîn ku herêma me di rewşeke hestiyar re derbas dibe.

Rûdan û guherînên Sûriyeeyê ji bilî wê yekê bandorê li ser rewşa herêma me û hevkêşeyan dike.

Di heman demê de jî derfeteke nû ye ji bo gelên Sûriyeyê ku bi rêya diyalog û hevtêgihiştinê bingeheke bi hêz ji bo pêkvejiyan û aştî û aramiyê ava bikin.

Navçeya me êdî nikare li hemberî pirsgirêk û tundî û teror û nearamiyê rawest e, ji bo wê yekê pêwîst e hemû alî pişta xwe bi zimanê diyalog û hevtêgihiştinê girêbidin û înkarî û bişavtina neteweyî û olî dûr bikevîn.

Divê hemû alî bizanin xwesepandinê dê encama xwe nebe.

Hêvî dikin ku di sala nû de aştî û pêkvejiyan herêma me pêk were.

 Ji xwedayê mezin hêvî dikim ku gelê me ji hemû cûre nexweşî û êş û karesatan bi dûr bixe.”