Serokên partiyan ji Demîrtaş re sersaxî xwest

Hewlêr (Rûdaw) - Bavê hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş, Tahir Demîrtaş koça dawî kir.

Serokên partiyên siyasî sersaxî ji malbata Demîrtaş re xwest.

Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel li ser hesabê xwe yê medyaya civakî got:

“Bavê serokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş, Tahîr Demîrtaş wefat kiriye.

Ez ji ber vê agahiyê xemgîn im. Rehma Xwedê li Tahîr Demîrtaş be. Ez sersaxiyê ji malbata Demîrtaş re dixwazim.”

Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Alî Babacan got:

“Rehma Xwedê li bavê Selahattîn Demîrtaş, Tahîr Demîrtaş be û sersaxiyê ji bo hemû malbatê re dixwazim.”

Serokê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu got:

“Ez bi xemgînî hîn bûm ku bavê serokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş canê xwe ji dest daye.

Rehma Xwedê lê be, ez sersaxiyê ji hemû xşzmên wî û bi taybetî jî ji malbata Demîrtaş re dixwazim.”

Serokê berê yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu jî li ser hesabê xwe yê Xê ji bo malbata Demîrtaş sersaxî xwest û got:

“Rehma Xwedê li bavê Selahattîn Demîrtaş, Tahîr Demîrtaş be. Ez sersaxiyê ji malbata Demîrtaş û xizmên wan re dixwazim.”