Kanîreş zivistanan bi dûxana komirê tê nixumandin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kanîreşê ya ser bi parêzgeha Çewlîg a Bakurê Kurdistanê ve, ji ber bikaranîna komirê navçe zivistanan di bin dûxanê de dimîne û keşûhewaya wê gelekî qirêj dibe.

Navçeya Kanîreşê, ji asta deryayê 1940 metreyan bilind e û bi xweza û keşûhewaya xwe ya paqij û nuwaze balê dikşîne. Lê ji ber nebûna gaza xwezayî li navçeyê zivistanan rewş berovajî dibe. Dema mirov li esmanê Kanîreşê dinêre, mirov dibêje qey bajarekî pîşesaziyê ye ku bi sedan kargeh û fabrîke lê hene.

Bikaranîna komirê ji bilî qirêjkirina hewayê bo tendirustiya welatiyan jî dibe xeteriyeke mezin.

Welatiyê bi navê Fethî Gulen behsa qirêjiya hewaya Kanîreşê dike û dibêje, “Em li navçeya Kanîreş a Çewlîgê dijîn. Niha bi hatina zivistanê re weke hûn dibînin em di bin dûxanê de ne. Pirsgirêkên me yên tendirustiyê çê dibin. Pêwîst e ji bo vê tedbîr bên wergirtin. Ji ber pixêrîkan û welatî komira xirab bikartînin, pêwîst e tedbîr bên wergirtin. Ji ber wê teqez divê gaza xwezayî bê Kanîreşê.”

Li Kanîreşê bi şevan pileya germê heta bin sifrê 13 pileyan dadikeve û zêde zar e. Welatî, daxwaz dikin wek navçeyên din ên Çewlîgê bo navçeya wan jî xeta boriyê ya gaza xwezayî bê kişandin.

Welatî, Harun Gezer jî dibêje, “Navçeya me Kanîreş, bi hewaya xwe ya paqij tê nasîn. Bi taybetî îsal ji ber nezanbûna bikaranîna sotemeniyê an ji ber komira xirab pir zêde qirêj bû. Dem dibe êvar çav çavan nabîne. Em jî wek navçeyên din dixwazin gaza xwezayî bê navçeya me jî, da ku navçeya me paqij bimîne.”

Navçeya Kanîreşê, ku 70 kîlometreyan ji navenda Çewlîgê dûr e, hejmara nişteciyên wê 8 hezar û 732 li navenda bajêr û 20 hezar û 581 li gundan bi tevahî 29 hezar û 650 kes in.