PANORAMA - Sala 2020an li Rojavayê Kurdistanê çi bûyerên civakî çê bûn?

Hewlêr (Rûdaw) - Rojavayê Kurdistanê, di sala 2020an de, ji aliyê civakî ve, tûşî gelek zehmetiyan bû, di encamê de gelek kêşe û pirsgirêk derketin, ku nîşanên krîzeke aloz bûn.

Bandora wê rewşê, li ser aliyên din ên jiyana xelkê hebû, herwiha bandora aliyên siyasî, ewlehî û aborî jî li ser rewşa civakî gelekî diyar bû.

Rêxistina Mafên Mirovan li Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê, di vî warî de hinek amar ragihandine, ku gelek tundûtûjî li dijî jinê li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Rojhilatê Sûriyê hatiye kirin.

Her li gorî zanyariyên Rêxistina Mafên Mirovan li Cizîrê, di çarçoveya kêşe û pirsgirêkên aborî, civakî û malbatî de, di sala 2020an de, li Cizîrê 38 jinan bi sedema bûyerên girêdayî namûsê yan nakokiyên malbatî canên xwe jidest dane, yan hatine kuştin yan jî wan xwe kuştiye.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê 22 keysên xwekuştina jian û keçan û 14 keysên hewlên xwekuştina jianan hebûn.

23 keysên xwekuştinê di nav zilam û xortan de çê bûn. 4 keysên xwekuştinê di nav zarokan de çê bûn, ku 1 ji wan keç û 3 jî kur bûn.

Hewlên xwekuştinê jî di nav jinan de 14 keys bûn û di nav zilaman de, 1 hewla xwekuştinê hebû.

Sedemên sereke yên wan keysan, nakokî û kêşeyên malbatî bûn yan jî bêhêvîbûn û pirsgirêkên darayî yan derûnî bûn.

Weke mînak 23yê Sibata 2020an, li Cizîrê keçeke nûhatî xwe bi guleyê kuşt. 9ê Tebaxa 2020an li Kobanê bi sedema nakokiyên malbatî jinekê xwe kuşt. 12yê Çileya 2020an jî, li Qamişlo jinekê ku dêya 2 zarokan bû xwe kuşt. Li nav Kampa Holê, di sala 2020an de, kuştina 10 jinana hate belgekirin. Li Kampa Newroz li navçeya Dêrikê jî, 2 jinan bi sedema şewatê canên xwe jidest dan.

Di heman çarçoveyê de, 1 hezar û 278 gilî ji aliyê jianan ve hatin tomarkirin. Ji wan, 596 nakokiyên navbera jin û mêr bûn. 92 nakokiyên malbatî. 98 nakokiyên giştî. 101 kêşeyên pirkirina jianan. 7 keysên xiyaneta hevjîniyê. 80 keysên zewaca temenbiçûkan. 32 tundûtûjî û lêdan. 33 reva ji malbatê.

Ji ber ku %83 ji xelkên wan navçeyan, li jêr hêla hejariyê dijîn, gelek malbat neçar bûn zarokên xwe ji dibistanan derxin û derbasî warên karkirinê bikin, ji bo debara jiyana xwe.

Rewşa civakî ya navçeyên Rojavayê Kurdistanê girêdayî aliyên din ên siyasî, ewlehî û abûrî ye, ku heta niha tirs ji gefên Tirkiyê û grûpên çekdar ên alîgirên wê heye, û bi ser hejariya xwe de jî, xelk di rewşeke metirsîdar û nearam de dijîn û kêşeyên civakî jî bêhtir dibin.