PANORAMA - Li Rojavayê Kurdistanê 2020an çi bûyerên siyasî çê bûn?

Hewlêr (Rûdaw) - Di nava sala 2020an de, çendîn pêşhate û bûyerên siyasî yên girîng li Rojavayê Kurdistanê rû dan, ji wan; Diyaloga Kurdî-Kurdî.

Li jêr çavdêriya Amerîkayê, ku tê de Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî (PYNK), bi destpêşxeriya fermandeyê giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokraîtk (HSD), Mezlûm Ebdê, ketin danûstandinan.

Li ser daxwaza fermandeya HSDê, gerên diyaloga Kurdî-Kurdî Nîsana 2020an hatin destpêkirin.

Roja 16ê hezîrana 2020ê, herdu alî gihiştin Nêrîneke siyasî hevbeş û lihev kirin ku Rêkeftina Duhokê ya Cotmeha 2014an bibe zemîna wan danûstandinan.

Mihemed Ismaîl, Serkirdeyê ENKSê, “Roja 16yê Hezîranê şandên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê û Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurd, qonaxa yekem ji diyaloga Kurdî, bidawî kir, û bi hev re gihiştin nerîneke siyasî ya hevbeş û pabendkar, û hevtêgihiştinên seretayî, li ser bingeha Rêkeftina Duhokê ya sala 2014an, derbarê: Hukimdarî û hevbeşiyê di birêvebirin, parastin û berevaniyê de, weke bingeha berdewamkirina diyalog û danûstandinan di navbera herdu şandan de, ji bo gihiştina bi îmzekirina rêkeftineke giştgir, di paşerojeke nêzîk de.”

Piştî rêkeftina li ser nêrîna siyasî ya hevbeş, herdu alî gihiştin rêkeftinê ku lêvegera siyasî ya Kurdî ji 32 kesan pêk bê.

Roja 28ê tîrmehê, Eniya Aştî û Azadiyê di navbera ENKS û Tevgera Aşûrî û du aliyên Erebî de, li Qamişlo, hat ragihandin.

Roja duşemê, 31ê tebaxê, Encûmena Sûriyeya Demokratîk (MSD) û Partiya Îradeya Gelêrî, bi serokatiya Qedrî Cemîl li Moskow bîrnameyeke hevtêgihiştinê îmze kirin. Paşê herdu alî ligel Serguei Lavrov, wezîrê derve yê Rûsyayî civiyan.

Ilham Ehmed, Seroka Cîbicîkar a MSD, dibêje, “Dem bi dem civîn çê dibşn, lê nedihatin ragihandin, ev cara yekem e aşkere dike, ev jî gaveke ku em girîng dibînin.”

25-26/11/2020an Kongireya Cizîrê û Ferat a Encûmena Sûriyeya Demokratîk MSDê hate lidarxistin ji bo gihiştina bi sîstemeke nû ya Rêveberiya Xweser û destpêkirina danûstandinan di navbera pêkhateyan de li ser asta navçeyên Rêveberiya Xweser.

Emîne Omer, Hevseroka MSDê dibêje, “Xaleke girîng hebû ku kesên pispor, ne bi rengê pişkkirin, partiyên siyasî.. cihê xwe di rêveberiyê de bigirin ku em bikarin vê rêveberiyê pêş bixin.”

Di Mijdara 2020an de, Hevpeymaniya Navdewletî tekezî li ser wê yekê kir ku hêzên wê li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê dimînin.

Piştî ku di Sibata 2020an de Rêveberiya Xweser rê da ku partiyên ENKSê nivîsgehên xwe  veikin bi azadî çalakiyên xwe yên siyasî bikin.

Di rojên dawî de ji sala 2020an, 15 û 16yê Berfanbarê hinek nakokî di navbera ENKSê û PYDê de derketin û hinek nivîsgehên ENKSê û Partiyên wê li Cizîr û Konbanê  hatin şewtiandin, êdî tirs hebû ku bandora vê yekê li ser pêvajoya danûstandinên PYNK û ENKSê hebe.

Mihemed Şêxmûs, Serokê Xwecihiya ENKS-Amûdê, dibêje, “Tohmetbarkirin.. em nikarin ji ber tiştekî wilo di destê me de nîne. Lê ewlekariya milet, mal û her tişt di berprisyariya asayişê de ye.”

17yê Hezîrana 2020an sizayên Yasaya Sîzer ketin warê cîbicîkirinê, ku armanc jê îzolekirina darayî, abûrî û siyasî li ser hikûmeta Beşar Esed bêhtir bibin û kesên alîkarên wî jî siza bike, ji bo ku neçar bin bi çareya siyasî ji bo krîza Sûriyê, li gorî biryara Encûmena Asayişê ya 2254, razî bibin.