Komên çekdar 3 welatiyên Kurd li Efrînê serbest berdan

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî bêtirî 2 salan ji girtinê, komên çekdar çekdar 3 welatiyên Kurd serbest berdan ku yek ji wan jin e.

Rêxistina Mafên Mirovan-Efrîn ragihand ku grûpên çekdar herdu welatiyên Kurd Hisên Mihemed Ciro û Enwer Mihemed Ciro ji gundê Badîna azad kirine.

Ev ji 2 salan zêdetir bû ku ew ji aliyê çekdarên koma çekdar a Firqeya 112 ve hatibûn girtin.

Herwiha welatiya Kurd Nazliye Nasan a 38 salî jî ji aliyê polîsên serbazî ve k user bi Îtilafa Opozisyona Sûriyê ve ye û Tirkiye piştevaniya wê dike, hatiye azadkirin.

Nazliye Nasan, roja 12 Tebaxa 2018an ji nav bajarê Efrînê hatibû girtin.

Li aliyekê din li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ku ew zêdeyî du salan e di kontrola Tirkiyê û komên çekdar ên Sûrî de ye, girtina welatiyên Kurd ji aliyê çekdaran ve berdewam e.

Herî dawî, çekdarên dezgeha polîsên sivîl 7 welatî ji gundê Hisê ku bi Mîrkan jî tê binavkirin, girtine ku di nav wan de jinek û zarokekî 16 salî hene.

Çavkaniyekê ji gundê Hisê ji Rûdawê re da zanîn, ku roja duşemê, dewriyeke polîsên sivîl avêtiye ser mala welatiyê Kurd Amir Henan û ew tevî hevjîna wî Leyla Cafer a 29 salî û Mihemedê kurê wî yê 16 salî girtine.

Heman çavkaniyê diyar kir, ku roja Sêşemê welatiyên bi navê Mihemed Xelîl Nûrî, Ebdo Izet Kenc û ciwanek bi navê Ebdulqadir jî ji aliyê çekdaran ve hatine girtin.

Li gor gotina çavkaniyê, roja çarşemê 30 mehê, çekdarên Behrî Ebdulqadir Elîko yê 50 salî jî girtine.