Nêçîrvan Barzanî: Bi hêvî û geşbînî berê me li paşerojeke geştir e

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê sala nû li hemû Kurdistaniyan pîroz kir û got, “Kurdistan dê weke her tim welatê maf û azadiyan ji tevan re û warê aram ê tenahî, pêkvejiyan, lêbuhrînê, pirrengî, tebayî û hevqebûlkirinê bimîne. Bi hêvî û geşbînî, berê me li paşerojeke geştir e.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya sersalê peyameke pîrozbahiyê belav kir. Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de, hêviyên xwe yên bo saleke tijî şadî û serkevtinê ji herkesê, cîhanê û  mirovahiyê re xwest û got, “Pîrozbahiyeke taybet li malbat û kesûkarên şehîdan, li pêşmergeyên qehreman dikim, em bi rêz û şikodarî wan hemû ezîzan bi bîr tînin yên ku canê xwe gorî Kurdistanê û azadiyê kirin. Hêviya aramî û çareserkirna kêşeyan û qediyana krîz û aloziyan ji Iraqê re û aştî û aramiyê ji hemû gelê Kurdistanê, deverê û cîhanê re dixwazim.”

Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de amaje bi rewşa aloz ya Iraq û navçeyê kir ku ew rûdanên pêk tên karîgeriyê li ser Kurdistanê jî dikin û tekezî li ser hewldanên bo berdewamkirina yekrêziyê kirin û ragihand, “Em bi yekrêzî, yekîtî û yekhelwêstiya xwe, dikarin rûbirûyê hemû eger û pêşhatan bibin û bi hev re bigîjn perava aramiyê. Ji bona vê yekê em ê bi hemû alî û pêkhatên Kurdistanî re hewlên xwe yên ji bo yekrêzî û yekîtiyê bidomînin. Bi hêvî û geşbînî, berê me li paşerojeke geştir e.”

Nêçîrvan Barzanî herwiha diyar kir ku ew dê he tim alîkar bin bo Iraqê û wan han bidin bo pêkanîna erk û berpirsyariyên xwe yên hevbeş û hemû pirsgirêkan bi rêya diyalog û hevtêgihijtinê li ser bingeha destûrê çareser bikin.

Di peyama xwe de, Serokê Herêma Kurdistanê ragihand ku ew dixwazin hevpeymaniya navdewletî jî ji bo rûbirûbûna terorê li ser piştevanî û alîkariya Herêma Kurdistanê û Iraqê berdewam be.

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha got, “Em Kurdistaniyên hêja, hemû pêkhateyên olî û netewî yên Kurdistanê piştrast dikin ku Kurdistan dê weke her tim welatê maf û azadiyan ji tevan re û warê aram yê tenahî, pêkvejiyan, lêbuhrînê, pirrengî, tebayî û hevqebûlkirinê bimîne û em ê tev bi hev re ji vê bo vê yekê bixebitin û van bingehan û vê çanda xwe ya bedew biparêzin.”

Di peyama xwe de Nêçîrvan Barzanî, sala nû li koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê jî pîroz kir û hêviyên xwe yên bo şadî û xweşiyê derbirîn.