PANORAMA 2016 - Teqînên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê

Hewlêr (Rûdaw) – Di seranserê sala 2016ê de, li bajarên Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê bi dehan bûyerên bixwîn çêbûn. Ji ber teqîn û êrîşên xwekujî, bi sedan kesan jiyana xwe ji dest da û herwiha bi sedan kes jî birîndar bûn.  

 

Panoramaya teqîn û êrîşên 2016ê wiha ye:

 

Di êrîşa DAIŞê ya 12ê Rêbendana 2016an de li Sultanahmeta Stenbolê, 13 turîstên Elman cane xwe ji dest dan. Di teqînê de 11 jê biyanî 14 kes birîndar bûn.

 

14ê Rêbendana 2016an li navçeya Çinarê ya Diyarbekirê, avahiya Rêveberiya Asayîşê ket ber êrîşekî û di encam de 3 jê zarok 6 kesan canê xwe ji dest dan. Di êrîşê de 6 polîs, 8 xizm û kesên polîsan, bi giştî 39 kes birîndar bûn. PKKê êrîş li xwe girt.

 

Li Enqereya paytexta Tirkiyê 17ê Sibata 2016an li dijî serwîsên fermanber û leşkerên Artêşa Tirkiyê bi otomobîleke bomberêjkirî êrîşek hat kirin. Di êrîşê de 29 kesan canê xwe ji dest dan û 61 kes jî birîndar bûn. Piştre TAKê ragihand ku wan êrîş pêkanî ye.

 

13ê Adara 2016an li Kizilaya Enqerê û nêzîkê Guvenparkê otomobîleke bomberêjkirî hat teqandin. Di teqînê de 37 kes mirin û 71 jî birîndar bûn.

 

19ê Gulana 2016an li Cadeya Îstîklal a Stenbolê xwekujekî DAIŞê bombeya li ser xwe teqand û di encam de xwekuj jî ligel 5 kes mirin û 37 kes jî birîndar bûn. 12 ji birîndaran biyanî bûn.

 

31ê Adara 2016an li nêzîkê Otogara Diyarbekirê servîsa polîsan ket ber êrîşekê û 7 polîs hatin kuştin. Di êrîşê de 13 polîs û 14 sivîl birîndar bûn. PKKê êrîş li xwe girt.

 

Li bajarê Bursayê 27ê Nîsana 2016an li nêzîkê Mizgefta Mezin di êrîşeke xwekujî de kesek mir û 13 jî birîndar bûn. TAKê êrîş li xwe girt lê Wezîrê Navxwe yê wê demê Efkan Ala ragihand ku Eser Çali yê endamê PKKê êrîş pêk aniye.

 

Li bajarê Dîlokê 1ê Gulana 2016an li dijî avahiya Rêveberiya Asayîşê bi otomobîleke bomberêjkirî êrîşek hat kirin û 2 polîs mirin. Herwiha 19 jê polîs 23 kes jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku DAIŞê êrîş kiriye.

 

Li navçeya Rezan a Diyarbekirê, 10ê Gulana 2016an otomobîla ku gumanbar dibirin dadgehê ket ber êrîşekê. Di êrîşê de 3 gumanbarên PKKê canê xwe ji dest dan. 12 jê polîs, 32 sivîl bi giştî 44 kes birîndar bûn. Hat ragihandin ku PKKê êrîş pêkaniye.

 

12ê Gulana 2016an li gundê Dûrûmlû yê ser bi Sûra Diyarbekirê barhilgireke bomberêjkirî ya PKKê teqiya û di encam de 16 kes mirin û 23 kes jî birîndar bûn.

 

Li navçeya Veznecîler a Stenbolê 7ê Hezîrana 2016an bi otomobîleke bomberêjkirî êrîşek hat kirin. Di êrîşê de ku armanc otomobîla hêzên taybet bû, 6 polîs mirin û 5 sivîlan jî canê xwe ji dest dan. Êrîşa ku TAKê li xwe girt, 3 jê giran 36 kes jî birîndar bûn.

 

8ê Hezîrana 2016an li navçeya Midyadê ya Mêrdînê, avahiya Rêveberiya Asayîşê ket ber êrîşê. Di êrîşê de 2 jê polîs 4 kesan canê xwe ji dest da û 34 kes jî birîndar bûn. PKKê êrîş li xwe girt.

 

Di êrîşeke çekdarî ya DAIŞê de li Firokexaneya Ataturk a Stenbolê 45 kesan canê xwe ji dest dan û 239 kes jî birêndar bûn.

 

Li Çewliga Bakurê Kurdistanê 1ê Tebaxa 2016an, otobusa zirxpoş a polîsan ket ber êrîşê û 7 polîs hatin kuştin. Di êrîşê de ku PKKê li xwe girt, 2 polîs jî birîndar bûn.

 

10ê Tebaxa 2016an li Diyarbekirê ser rêya Mêrdînê otomobîleke bomberêjkirî li tenişt otomobîleke hêzên taybet teqiya û 5 sivîlan canê xwe ji dest dan. Di êrîşê de 5 jê polîs 12 kes birîndar bûn û PKKê li xwe girt.

 

Li Qosera Mêrdînê 10 Tebaxa 2016an dema otomobîla hêzên taybet derbas bû otomobîleke bomberêjkirî hat teqandin û di encam de polîsek û 2 sivîlan cane xwe ji dest dan. Di teqînê de 5 jê polîs 30 kes jî birîndar bûn. PKKê êrîş li xwe girt.

 

16ê Tebaxa 2016an li navçeya Çinarê ya Diyarbekirê Rêveberiya Trafîkê ya Herêmê ket ber êrîşeke bi bombeyan. Di êrîşê de 5 polîs mirin, yek jê zarok 2 sivîlan jî canê xwe ji dest dan. Hat ragihandin ku PKKê êrîş pêkaniye.

 

Li navenda bajarê Wanê ya Bakurê Kurdistanê, li ber Navenda Polîsan a Îkî Nîsanê otomobîleke bomberêjkirê hat teqandin û 2 jê polîs 4 kesan canê xwe ji dest dan. Di teqînê de ku PKKê li xwe girt 20 jê polîs 72 kes jî birîndar bûn.

 

Li Xerpêta (Elezîz) Bakurê Kurdistanê 18 Tebaxa 2016an Rêveberiya Asayîşa bajêr ket ber êrîşeke PKKê û di encam de 5 polîs mirin û 217 kes jî birîndar bûn.

 

20ê Tebaxa 2016an li bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê di şahiyekê de êrîşeke xwekujî hat kirin û 52 kesan canê xwe ji dest dan. Herwiha 94 kes jî birîndar bûn. Li gor rayedarên Tirkiyê, êrîş ji aliyê DAIŞê ve hat kirin.

 

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexa Bakurê Kurdistanê 26ê Tebaxa 2016an li dijî Rêveberiya Hêzên Taybet bi otomobîleke bomberêjkirî êrîşek hat kirin û 11 polîs hatin kuştin. Di êrîşê de ku PKKê li xwe girt, 78 kes jî birîndar bûn.

 

12 Îlona 2016an li navenda bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê di roja yekem a Cejna Qurbanê de bi otomobîleke bomberêjkirî êrîşek hat kirin. Di teqînê de ku li ber xala polîsan a pêşiya Serokatiya Bajêr a AK Partiyê çêbû, 7 jê giran 53 kes birîndar bûn. PKKê êrîş li xwe girt.

 

Li YenîBosnaya Stenbolê di 6ê Kewçêra 2016an de li nêzîkê qereqola polîsan bombeyek teqiya û 10 kes birîndar bûn.

 

Li navçeya Rezan a Diyarbekira Bakurê Kurdistanê 4ê Sermaweza 2016an avahiyên Hêzên Taybet û Rêveberiya Asayîşê ketin ber êrîşekê. Di êrîşê de ku bi otomobîleke bomberêjkirî hat kirin, 2 jê polîs 11 kesan canê xwe ji dest dan. Hem DAIŞ û hem jî TAKê êrîş li xwe girtin, lê Walîtiya Diyarbekirê ragihand ku PKKê êrîş kiriye.

 

24ê Sermaweza 2016an li otoparka Valîtiya Edenê otomobîleke bomberêjkirî hat teqandin. Di teqînê de 2 kes mirin û 33 kes jî birêndar bûn. TAKê êrîş li xwe girt.

 

10 Berfanbara 2016an li bajarê Stenbolê piştî leyistika Beşîktaş-Bursasporê li ber Vodefone Arena otomobîlek hat teqandin. 45 saniye piştî wê, li nêzîkê Parka Maçka jî kesekî xwe teqand. Di wan êrîşan de piraniya wan polîs herî kêm 38 kesan canê xwe ji dest dan û zêdeyî 150 kes jî birîndar bûn. Li gor rayedarên Tirkiyê destê PKKê di wan êrîşan de heye.

 

17ê Berfanbara 2016an li bajarê Kayseriyê otomobîleke bomberêjkirî bi otobuseke leşkeran de hat teqandin. Artêşa Tirkiyê ragihand ku di êrîşê de 13 leşker hatine kuştin. Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu jî diyar kirk u 6 jê giran 55 kes birîndar bûne.

 

19ê Berfanbara 2016ê, li Enqereya paytexta Tirkiyê, Balyozê Rûsya yê Tirkiyê Andrey Gennadiyeviç Karlov ket ber êrîşekê û li nexweşxanê cane xwe ji dest da. Kujerê Karlov polîsekî Hêzên Taybet bû û ew jî hat kuştin.

 

Bajararên ku teqîn lê çêbûn û dîroka teqînan

 

Amed

14 Rêbendan 2016

31 Adar 2016

10 Gulan 2016

12 Gulan 2016

10 Tebax 2016

16 Tebax 2016

4 Sermawez 2016

 

Wan

17 Tebax 2016

12 Îlon 2016

 

Şirnex

26 Tebax 2016

 

Dîlok

1 Gulan 2016

20 Tebax 2016

16 Kewçêr 2016

 

Xerpêt / Elezîz

18 Tebax 2016

 

Çewlig

1 Tebax 2016

Mêrdîn

8 Hezîran 2016

10 Tebax 2016

 

Stenbol

12 Rêbendan 2016 Sultanahmet

19 Adar 2016 Taksim

7 Hezîran 2016 Vezneciler

28 Hezîran 2016 Firokexaneya Ataturk

6 Kewçîr 2016 Yenibosna

10 Befranbar 2016 Beşîktaş

 

Adana

24 Sermawez 2016

 

Enqere

17 Sibat 2016

13 Adar 2016

19 Befranbar 2016

 

Bursa

27 Nîsan 2016

 

Kayserî

17 Befranbar 2016