Grûpa Sultan Murad li Bilbilê heta %65 dahata cotkaran talan dike

Hewlêr (Rûdaw) - Li nahiyeya Bilbilê ya Efrînê, fermandarên Grûpa Sultan Murad di navbera %10-65 ji dahata cotyarên navçeyê talan dikin.

Li Gundê Kêla, ser bi nahiyeya Bilbilê ya Efrînê, çekdarên grûpa Sultan Murad roj bi nîvro û li pêş çavên cotyaran darzeytûnên wan dadiweşînin û berkemên wan talan dikin.

Çavkaniyekê ji gundê Kêla ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: Roja 27ê vê mehê fermandarê bi navê Ebû Ehmed, 20 sarzeytûnên welatî Mihemed Îbiş û 40 darzeytûnên birayê wî Dawid Îbiş ji xwe re daweşandine.  Her li nahiyeya Bilbilê, Fermandarekî heman grûpê bi navê Ebû Welîd el-Iz %7 ji dahata cotyarên li ser milkê xwe wekî bac distîne û %65 ji dahata cotyarên koçber distîne.”

Ehmed Şêxo, ku bi xwe xelkê heman nahiyeya Bilbilê ye ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, li Efrînê kiryarên baca zorane û talankirin wek berê ye.

Çalakvan Ehmed Şêxo got: “Tevî ku rewşa serbazî û siyasî li Efrînê hate guhertin, û guhertinên cewherî li Efrînê çêbûn û kontrola Efrînê ji destê çeteyên girêdayî Tirkiyê ket di bin kontrola Heyey Tehrîr el Şam a terorîst, dizî zêde bûye.  Baceke zêde li ser xelkê tê ferzkirin. Dizî bi roj û şev jî tê kirin.”

Herêma Efrînê ya Rpojavayê Kurdistanê di nav desthilata 30 grûpên çekdar de hatiye dabeşkirin. Her grûpek bi dilê xwe biryaran li ser nişteciyên herêmê disepîne û bi darê zorê cîbicî dike.