Birêveberê Gumrikê: Ti hêzeke iraqê neçûye Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl

Zaxo (Rûdaw) – Birêveberê Giştî yê Gumrikê yê Herêma Kurdistanê îdiayên hêzên iraqî têketine Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl red kir.

 

Birêveberê Giştî yê Gumirkê li Herêma Kurdistanê Samal Ebdulrehman nûçeyê çûna hêzên Iraqî bo hundirê Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl  red dike û dibêje ti hêzeke iraqî derbasî wê navçeyê nebûye.

 

Samal Ebdulrehman ji bo Rûdawê ragihand, heya niha ti hêzeke îraqî neçûye Deriyê Dînorî yê Îbrahîm Xelîl û got, eger tiştekê weha hebe yan hêzek biçe wî sînorî dê haya min ji wê yekê hebe.

 

Ebdulrehman diyar kir ku çûn û hatin weke rojên berê bi deriyê navborî re berdewam e.

 

Cîgirê Birêveberê Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl Mihemed Tahîr jî ji Rûdawê re got: “Li sînor ti hêzekê iraqî nîne. Îro Sererkanê Artêşa Iraqê Osman Ganimî û hêza ligel wî derbasî Tirkiyê bûne û piştre vegeriyane Iraqê. Karûbarên li sînor bi awayekî asayî berdewam in.”

 

Peyamnêrê Rûdawê yê Zaxoyê Yûsîf Mûsa jî ragihand sererkana artêşa Iraqê bi helîkopterekê hatiye Zaxo û ji wê derê ligel Serfermandarê Hêzên Pêşmerge Cemal Eminkî bi 6 otomobîlên leşkerî bi Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl re derbasî Bakurê Kurditanê bûne û piştî civîneke demkurt bi hev re vegeryane.

 

Herwiha peyamnêrê me piştrast kir ku ti hêzekê leşkerî nehatiye deriyê sînorî û çûnûhatina bi derî re normal e.

 

Medyaya Tirkiyê îdia kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl radestî rêveberiya Bexdayê kiriye.