Baskê YNKê bê agahiya baskê din çûye Bexdayê

Silêmanî (Rûdaw) – Şandêkî bilind ê YNKê ya di bin serokatiya Berpirsê Polîtbûroyê Mele Bextiyar gihiştine Tahranê û dest bi hevdîtinan kirine. Lê serkirdeyekî Navenda Biryardanê ya YNKê dibêje: “Çi rêkeftin bên kirin em pabend nabin.”

 

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Tahranê Nazim Debax ji Rûdawê re ragihand: “Li ser vexwendina fermî ya Komara Îslamî ya Îranê, roja 30ê Cothemê şandeke bilind ê Yekîtina Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) ya di bin serokatiya Mele Bextiyar û endamiya Omer Fetah, Sedî Ehmed Pîre, Dr. Xusrew Gul Mihemed, Pawel Talabanî û Yasîn Sabîr gihştine paytext Tahranê.”

 

Debax da zanîn armanca serdanê nirxandina reşwa navxwe ya Herêma Kurdistanê, Iraqê û Rojhilata Navîn e.

 

Piraniya endamên vê şandê ji baskê Piranî ya YNKê ne. Lê Debax diyar kir ku ti pêwendiyên vê serdanê bi nakokiyên nav YNKê ve nîne û got: “Ev du meh in bernameya vê serdanê hatiye amadekirin. Ti pêwendiyeke vê serdanê ligel nakokiyên nav YNKê nîne. Weke nûnerê Hikûmeta Herêmê, ez agahdar im ku YNK hatiye vexwendin. Ji bo endamên şandê jî ku dibêjin tenê endamên baskekî ne, divê ji YNKê bê pirsyarkirin.”

 

Derbarê serdana şanda YNKê de endamekî pile bilind ê YNKê ji baskê Piranî ji Rûdawê re got: “Gelek caran Pawel bi navê Hêroxan beşdarî civînan dibe. Çêdibe ku vê care jî bi navê wî çûbe Tehranê. Lê endamên din berpirsên YNKê ne û pir asayî ye ku heri hevdîtinan bikin.”

 

Navborî derbarê naveroka hevdîtinên ligel berpirsên îranî jî wiha axivî: “Dibe di hevdîtinan de mijara çareseriya bo pirsgirêkên navxwe bê gotûbêjkirin. Jiber ku ev rojeva germ a nav YNKê ye. Herwiha dibe behsa operasyona Mûsilê jî bikin.”

 

Baskê Navenda Biryardanê ya YNKê jî bê agahbûna xwe ji vê serdanê ragihand û daxuyand ku her çi rêkeftinek bê kirin, ew pabend nabin.

 

Endamekî serkirdetiya baskê Navenda Biryardanê ya YNKê ji Rûdawê re got: “Ti agahiya me ji vê serdanê nîne. Em nizanin naverok û acêndaya vê serdanê jî çiye. Dibe beşek ji armanca serdanê bi pirsigrêkên navxwe yên YNKê ve girêdayî bin.”

 

Komara Îslamî ya Îranê heta niha çend caran ji bo çareserkirina pirsgirêkên nav YNKê navbeynkarî kiribû. Di dema ragihandina baskê Navenda Biryardanê jî şandeke berpirsên îranî serdana Silêmaniyê kiribû û ligel herdu baskan civiyabûn.

 

Lê serkirdeyî navborî yê Navenda Biryardanê dibêje, “Îran jiber sînorên xwe yên ligel YNKê xwestiye danûstandina li ser encamp û egeran bike. Herdem ji bo pirsigrêkên di nav mijarê de nebûye.”

 

Serkirdeyê Navenda Biryardanê ya YNKê herwiha rexne li pêkhateya şandê jî kir û got: “Em hê jî yek partî ne. ne vexwendina hev tişteke ne baş e. Madem dê li ser mijarên YNKê, Herêma Kuridstanê, Rojhilata Navîn û Iraqê biaxivin, divêya endamên herdu aliyan di nav şandê de ba.”

 

Navborî herwiha destnîşan kir: “Rêkeftinên ku bên kirin ne rewa ne. Jiber ku li gorî peyrewê cîgirên sekreterê giştî berpirsên yekemîn ên YNKê ne.”